Çeteyên DAIŞ‘ê li Xaneqîn êrîş pêk anîn: 2 polîs hatin kuştin

Li nêzîkê gundê Şîrk yê ser navçeya Xaneqînê, çeteyên DAIŞ’ê êrîşê ser polîsên beşa lezgîn yên navçeya Xaneqîn kirin. Di encama êrîşê de 2 polîs hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ‘ê li Xaneqîn êrîş pêk anîn: 2 polîs hatin kuştin
20 ÇILE, 2019   21:41

NAVENDA NÛÇEAYN

Li gorî nûçeya Rojnewsê çeteyên DAIŞ‘ê îro danê êvarê êrîşî polîsên beşa lezgîn yên navçeya Xaneqînê kirin.

Li gorî agahiyan di encama êrîşê de 2 polîs hatine kuştin. Her wiha li gorî çavkaniyan piştî êrîşê di navbera çete û polîsan de şer rûda ye.

ANHA