ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-01-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-01-2019
21 ÇILE, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve bi armanca rizgarkirina Hecînê hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Bi sponseriya Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê yekemîn nexweşxaneya taybe dil û çav li bajarê Qamişlo bi merasîmekê tê vekirin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cenazeyê şervanên QSD'ê Mahir El-Selûm û Hesen Ehmed yên di qonaxa dawî  ya Pêngava Bagera Cizîrê ya "Şerê Tinekirina Terorê de Şehîd bibûn li goristana şehîdan a navçeya Til Hemîsê têne veşartin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiyên konvedanê ya li bajarê Kobanê li dijî gefên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan a girêdayî QSD'ê di nava rewşa hewayî ya ne baş de sivîlan ji pencên çeteyên DAIŞ'ê rizgar dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Itîrafên endamên DAIŞ'ê girêdayî jêderên desteka wan û rêbazên tevgera wan roj bi roj zêde dibin û rastiya têkîliyên hikumeta AKP'ê bi DAIŞ'ê re dertên holê. Çeteyê DAIŞ'ê yê bi eslê xwe ji Pakistanê bi navê Ebû Inam El-Mihacir di hevpeyvînekê de li gel ajansa me qala toreyên xwe li Tirkiyê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Du bira ku şervanên YPG'ê Serbest û Idrîs Cafer têghiştin ku rêya tekane ya parastina taxê û şêniyên wê berxwedan e. Ji ber wê tev li şerên parastina taxê bûn û birîndar bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ajansa me ANHA'yê amadekariyên şervanên QSD'ê li eniya gundê Sûsayê yê dikeve aliyê rojhilatê bajaroka Hecînê şpand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-Di demekê de ku bajarên Sûriyê wêran dibû û gel jî koçber dibe, di mazaroka şoreşa Rojava de Rêveberiya Xweser hate afirandin. Rêveberiyê bi hemû derfetên xwe xizmet pêşkêşî gel kir, loma bû hedefa hêzên dijberî hêviyên gelan. Li Rêveberiya Xweser bû xala destpêkê ya ber bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Rûspiyê Êla El-Demalîxa Ebdilrezaq Îsmaîl diyar kir ku gelê herêmê avakirina herêmeke bi ewle di bin çavdêriya Tirkiyê de napejirîne û got: "Pêwîstî bi avakirina herêma bi ewle li Bakurê Sûriyeyê nîne madem herêm berê bi ewle ye û ji aliyê şêniyan ve tê parastin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Rêxistina Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê çalakiya konvedanê ya bi armanca piştgiriya parlamantera HDP'ê Leyla Guven bi dawî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jina Êzidî Îlham Dexîl Elî zêdetirî carekê rastî tecawîzkirinê tê. Çeteyên DAIŞ'ê wê bi darê zorê neçarî islamê dikin heta ku QSD'ê di pêngava Bagera Cizîrê de wê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên taxa Şêxmeqsûd destnîşan kirin ku Erdogan sedemê sereke yê aloziya Sûriyeyê û teqez kirin ku gelê Sûriyê bi hevgirtina xwe wê li hemberî planên Osmanî bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Mihemed Qalit mal û milkên xwe firot ji bo ku zarokên xwe yên astengdar derman bike, bi temenê xwe mezin e û hêza wî ya kar nemaye. Mihemed banga alîkariyê li rêxistinên mirovî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA