Çalakiya konvendanê ya li Dirbêsiyê di roja duyemîn de ye

Çalakiya konvedanê ya li Dirbêsiyê ya bi armanca rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pişgiriya Leyla Guven di roja duyemîn de berdewam e.

Çalakiya konvendanê ya li Dirbêsiyê di roja duyemîn de ye
20 ÇILE, 2019   14:35

HESEKÊ

Konê çalakiyê duh ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ve ji bo rakirina tecrîda li djiî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştigirya Parlamantera HDP‘ê û Hevseroka KCD‘ê Leyla Guven ku ev 74 roj di greva birçîbûnê de ye hate vedan.

Girseyeke qerbalex ji saetên sibehê ve herikîn bin kon û banga rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Çalakgeran her wiha ji bo rakirina tecrîdê name nivîsandin ku di demên pêş de ji civaka navdewletî û rêxistinên hiqûqî re werin şandin.

Çalakî dê sibe duşemê bi dawî bibe.

(fr)

ANHA