Gelê Qamişlo bi yekdengî got na ji dagirkeriyê re!

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo bi rashatina salvegera destpêkirna êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Efrînê re daketin qadan û bi yekdengî dirûşmên “Qatil Erdogan” qîr kirin. Asya Ebdillah di meşê de axivî û diyar kir ku divê tu kes xeyal neke ku dê Tirkiye di Efrînê de bimîne. Abdulkerîm Saroxan jî got hemû saziyên navdewletî  ji êrîşên Efrînê berpirsyar in.

Gelê Qamişlo bi yekdengî got na ji dagirkeriyê re!
Gelê Qamişlo bi yekdengî got na ji dagirkeriyê re!
Gelê Qamişlo bi yekdengî got na ji dagirkeriyê re!
Gelê Qamişlo bi yekdengî got na ji dagirkeriyê re!
Gelê Qamişlo bi yekdengî got na ji dagirkeriyê re!
Gelê Qamişlo bi yekdengî got na ji dagirkeriyê re!
Gelê Qamişlo bi yekdengî got na ji dagirkeriyê re!
Gelê Qamişlo bi yekdengî got na ji dagirkeriyê re!
Gelê Qamişlo bi yekdengî got na ji dagirkeriyê re!
Gelê Qamişlo bi yekdengî got na ji dagirkeriyê re!
20 ÇILE, 2019   12:51

QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker di 20’ê Çilêya 2018’an êrîşî kantona Efrînê kir. Îro li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelên Suryan, Ermen, Kurd, Ereb û Keldan ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Efrînê daketin qadan. Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo saet di 11.00’an de li Çerxerêya Enteriyê ya taxa Qûdûrbeg kom bûn.

Şêniyên bajarê Qamişlo ji bo ku tev li meşê bibin, dikanê xwe girtin. Hêzên Ewlekariyê, yên Hawarî û Trafîkê ewlehiya meşê girt.

Di meşê de ji 7 salî heya 70 salî şênî amade bûn, jin û zarok bi cil û bergên kurdî tev li meşê bûn. Her wiha di meşe de zarokan li erbanê, dahol, zirnayê xist û stran gotin.

Meşvanan nivîsên bi zimanên erebî, kurdî û îngilîzî yên wekî; “Pêşeroja me nekujin”, “Ka mirovahî”, “Qîrîna zarokên Efrînê bibihîzin”, “Bila qada me ji tevgera balafirên şer re were qedexekirin” û “Qatil Erdogan” hildan. Her wiha çiqilên zeytûnan ku wek sembola Berxwedana Serdemê tên nasîn jî dan destê xwe.

Meş bi dirûşmên “Êdî ji dagirkeriyê re bes”, “Bimire Erdogan”, “Bijî berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê” ber bi Çerxerêya Sonî ve meşiyan. Meş li Çerxerêya Sonî veguherî mîtîngê û axaftin hatin kirin.

‘Hemû saziyên navdewletî ji êrîşên li ser Efrînê berpirsyar in’

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Abdulkerîm Saroxan salvegera êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û wiha got: “Hemû saziyên mirovahî û dewletên navneteweyî ji êrîşên ser Efrînê berpirsyar in. Êdî bila hemû dewlet vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bikin. Roja dagirkeriya Efrînê bû rojeke navneteweyî. Efrîn heya rizgar nebe dê rawestan ji me re tune be. Ne tesaduf e ku di salvegera damezirandina şoreşa Mehabadê û salvegera avabûna Rêberiya Xweser de ev êrîş ser Efrînê pêk hatin. Di pêncemîn salvegera Rêveberiya Xweser de hemû çalakiyên me di çarçoveya derxistina dagirkeriya dewleta Tirk ji Efrînê de bin. Dewleta Tirk a dagirker piştî ku Efrîn dagir kir, îro jî dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dagir bike. Dixwaze dagirkeriya xwe bi hinceta “herêma ewle” pêk bîne. Ev herêmên ku niha ewle ne, dê bi hebûna artêşa Tirkiyê vegerin herêmên şer.”

‘Bila tu kes xeyal neke ku wê Tirkiye di Efrînê de bimîne’

Berpirsyara Têkiliyên TEV-DEM’ê Asya Ebdillah jî bal kişand ser berxwedana Efrînê û diyar kir ku tu hêz nikarin berxwedana Avesta û Barînan û vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişikînin û wiha pê de çû: “Ev hêzên demokratîk ku dibêjin em li dijî faşîzmê û qetilkirina mirovan in, va ye li Efrînê faşîzm û qetilkirin pêk tê. Heger ev sazî li dijî faşîzmê bûna, çima bê deng in? Êrîşên li Efrînê li dijî herêmeke ewle û aram bûn. Hemû pêkhate li Efrînê di nava neteweya demokratîk de dijiyan. Bila tu kes xeyal neke ku wê dewleta Tirk a dagirker di Efrînê de bimîne. Erdogan rojane dibe sedama qetilkirina mirovan. Pêwîst dike ku dadgehên cihanî Erdogan dadgeh bikin. Li hember guhartina demokratîk û faşîzma ku li Efrînê dide meşadin, tu kes bê deng nemîne. Berxwedana Efrînê îro li Şehbayê berdewam e. Ev sekna berxwedêr û têkoşer a gelê me wê rizgarkirina Efrînê bi xwe re bîne.”

(mk-es/bm)

ANHA