Koalisyona Erebî cihên Hûsiyan bomberan kir

Balefira Koalisyona Erebî bi serkêşiya Siûdiyê li Yemenê îro sibehê careke din Senaa bombebaran kir û encamên çalakiya leşkerî eşkere kir.

Koalisyona Erebî cihên Hûsiyan bomberan kir
20 ÇILE, 2019   12:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyek leşkerî ji ajansa Sputinîkê re diyar kir, balafira Koalisyonê du caran baregeha El-Dîlmî ya li bakurê Senaayê bombebaran kir û da zanîn ku balafira Koalisyonê hîna li asîmanê paytextê digere.

Herwiha Ajansê ragihand ku di êrîşa li ser kargeha Ezal Isfinc li herêma Cedir ku li nêzî balafirxaneya Senaa ye, 2 kes hatin kuştin û birîndar çêbûn.

Koalisyonê duh ragihandibû, di çalakiyeke ku li Senaayê pêk anî bû de, navendên rêvberî û ajotina balafiran a girêdayî koma Ensar Alah El-Hûsî hatin hedef girtin.

Berdevkê Hêzên Koalisyonê ya piştgiriya fermî li Yemenê Tirkî El-Malkî, îro berfirehiya agahiyên çalakiya ku şebeka derdora locîstîka balafirên bê pilot a Hûsiyan pêk hat, eşkere kir.

El-Malikî got:"Fermandariya Hêzên Hevbeş ên Koalisyona Erebî duh di seat 22:45 çalakiyeke leşkerî li 7 cihên leşkerî li gelek cihên Senaa pêk anî."