Şervaneke YPJ’ê: Armanca me tunekirina koletiya jinan li Sûriyê ye

Şervana bi navê Amara Alîna ya ji kantona Efrînê got armanca wan rizgarkirina şêniyên herêmê, tunekirina terorê û bidawîkirina koletiya jinan li Sûriyê ye.

Şervaneke YPJ’ê: Armanca me tunekirina koletiya jinan li Sûriyê ye
20 ÇILE, 2019   07:28

DIYAR EHMO - HEMED EL-MISTEFA / DÊRAZOR

20'ê Çileyê (îro) salvegera yekemîn a destpêkirina Berxwedana Serdemê li dijî dagirkeriya Tirk e ku di êrîşên xwe de li ser Efrînê tank û balafir bi kar anîn.

Şervana YPJ'ê ya bi navê Amara Alîna li rex bi hezaran jinên ciwan tev li YPJ'ê bûye û niha cihê xwe di pêngava Şerê Tunekirina Terorê ya hemleya Bagera Cizîrê de li herêma Hecînê ya rojhilatê Sûriyê girtiye.

Di hevpevîneke li gel ajansa me de Amara armanca xwe ji tevlêbûna pêngava Bagera Cizîrê diyar kir. Amara destnîşan kir ku bi armanca rizgarkirina şêniyên Dêrazorê yên ku di dirêjahiya 4 salan de ji zilma DAIŞ'ê azar kişandine ew tev li pêngavê bûye û wiha got: "Em tunekirina terorê heta pêkanîna azadiya gel armanc dikin."

Amara destnîşan kir ku ew wek YPJ bidawîkirina koletiyê li Sûriyê bi taybet li ser jinan armanc dikin.

Amara behsa bajarê xwe Efrînê kir û ev tişt anî ziman: "Niha em çeteyên DAIŞ'ê di berika wan a dawîn de li Sûriyê tune dikin. Bi heman rihê fedayetî em ê Efrînê jî rizgar bikin."

(şx)

ANHA