Li nêzî Şamê teqîn

Ajansa SANA’ ya ser bi rêjîma Sûriyê, ragihand ku li herêma El-Muheliq a nêzî başûrê Şamê teqînekê rû da. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin ku di encama wê de birîndar heye.

Li nêzî Şamê teqîn
20 ÇILE, 2019   07:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA’yê ya ser bi rejîma Sûriyê, ragihand ku li herêma El-Muteheliq a nêzî başûrê bajarê Şamê teqînek pêk hat. Ajansê diyar kir ku li gorî agahiyên destpêkê, teqîn ji aliyê terorîstan ve pêkhatiye.

Her wiha ajansa Spûtnik li ser zimanê çavkaniyên tendirûstiyê diyar kir ku di encama teqîna ku li Kefer Sûse pêk hat de birîndar hene.

Nûçegihanê Şam FM got, teqîn ji aliyê terorîstan ve li dijî nuqteyeke leşkerî ya nêzî El-Multehiq a başûr, pêk hatiye.

(bx/bm)