ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-01-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-01-2019
20 ÇILE, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê, ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Bi wesîleya salvegera êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê û Berxwedana Serdemê ya li dijî dagirkeriyê bi sedhezaran xelêkên herêmên Bakur û Rojilatê Sûriyê û taxa Şêxmeqûs a Helebê meş têne lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Şedadê cenazeyê du şervanên QSD‘ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûne oxir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Arêşta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di êrîşên xwe yên 20‘ê Çileya 2018‘an devgerên dîrokî yên di lîsteya UNESCO‘yê de ne wêran kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şervana bi navê Amara Alîna ya ji Kantona Efrînê got armanca wan rizgakirina şêniyên herêmê, tunekirina terorê û bidawîkirina koletiya jinê li Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Welatiyê bi navê Xelîl Qasim yê yek ji şahidên binpêkirinên çeteyên girêdayî Tirkiyê li ser Efrînê ye. Xelîl dibêje, çeteyan mal û milkên wî talan kirin paşê jî ew girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Zeyd El-Hecînî yê bi eslê xwe ji Hecînê di sala 2016‘an ji faşîzmaya DAIŞ‘ê direve û tev li refên QSD‘ê dibe. Zeyd piştî warê xwe ji çeteyan rizgar dike, serdana malê dike, lê dibîne ku hemû hatiye rûxandin. Lê dîsan jî hêviya wî mezin e ku malê ji nû ve saz bike û kêliyên bi azad bijîn. Zeyd soza dide ku ew ê heya rizgarkirina tevahî herêmê têkoşînê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

-Di vê hefteyê de bûyerên girîng û bi lez li Sûriyê rû dane, çavkaniyan pêşnûmeya kurdan pêşkêşî rêjîmê kirine eşkere kirin, Çavdêrên siyasî dibêjin mijara çêkirina herêma tampon ku Amerîkayê pêşniyar kiriye gog avêtiye qada Rûsyayê û Tirkiye bêyî erêkirina Rûsyayê nikare vê herêmê çêke, li Sûdanê xwepêşandan dighêjin qesra serokkomariyê, ji aliyê  Serokê Fransayê Macron diyalogên niştimanî ji bo 3 mehan dane destpêkirin ku çalakiyên Elekzeran bitefîne. (BI WÊNE )

JIN

-Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven konê çalakiyê didomîn e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Mirhîcana Jeyariya Tekane li Rojava di roja 4‘emîn de bi dawî dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Bi armanca geşkirina çandiniyê, projeya Komîteya Avdan û Çandiniyê ya çalakirina sîstemên avê yên 7 û 9  avê dide 3 hezar û 560 domin zeviyên li gundewarên Reqayê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA