Ciwanên Helebê: Berxwedana me berdewam e heta rizgarkirina Efrînê

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi boneya salvegera yekemîn a êrîşên Tirkiyê li dijî Efrîn vê êvarê meşek mişleleyan lidar xist.

Ciwanên Helebê: Berxwedana me berdewam e heta rizgarkirina Efrînê
19 ÇILE, 2019   22:14

HELEB

Bi dehan endamên Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li ber navenda xwe a li taxa Şêxmeqsûd kom bûn û li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan.

Endamên Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, ciwanên partiyên siyasî û saziyên sivîl tev li meşê bûn. Di meşê de sembolên ciwanan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mişele hatin hildan.

Meş li ber navenda ciwanan a beşa rojavayê taxê destpê kir û di nav kolanên taxê de geriya. Ciwanên bê navber dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê davêtin. Ciwanan li ber çarxeriya Şehîd Destîna bi mum navê Efrîn xêz kirin.

Ciwanan girêdayî salvegerê daxuyanî dan. Daxuyanî ji hêla endama tevgerê c Dilîşan  Elî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê em bang li tevahiya dewlet, rêxistin, desteyên ku banga azadî û demokrasiyê dikin û mafên mirovan dikin ku rewşa gelê Sûriyê li gel mudexeleyên dewletên timaker di Sûriyê de û binpêkirinên wan der heqê pêkhateyên wê ji Kurd, Ereb, Suryan, Ereb, Ermen û Aşûr di ber çavan re derbas bikin. Kiriyarên Tirkiyê li dijî herêmên Bakurê Sûriyê niyetên wê yên vegerandina xewna Osmanî û avakirina Osmaniya nû isbat dike."

Ciwanan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser armanca Tirkiyê ya avakirina herêmeke bi ewle li Sûriyê û hate gotin "Tirkiyê bi vê yekê kîn û hersa xwe ya li hemberê şoreşa Rojava û hevgera gel li hemberî planên parçekirina Sûriyê diyar dike, Tirkiyê dixwaze bi vê yekê projeya demokratîk û federaliya Bakurê Sûriyê têk bibe."

Di dawiya daxuniyê de hate gotin "Wek ciwanên Şorşeger a Sûriyê em soz didin gelên xwe em ê li hember timakeran û projeyên wan bisekinin. Heta dilopa xwîna dawîn em ê têbikoşin û rê li ber timayên wan û projeyên wan ên mêtîngeriyê bigirin. Her wiha em soz didin şehîdan em ê xaka welat biparêzin."

Paşê bi navên Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk Ednan Reşîd û Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Tolhildan Efrînê axivîn..

Di axaftinan de sûcên dagirkeriya Tirk der heqê şêniyên Efrînê de bi bîr xistin û Efrîn bi xaka hecîr, zeytûnê û jêdera lehengan wesifandin.

Her wiha berxwedan û fedekariyên şervanên YPG û YPJ'ê li hember êrîşan a 58 rojan hate destnîşankirin.

Di her du axaftinan de soza şopandina rêya berxwedanê ta rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirk hate dayîn.

Meş bi bezkirina dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

(şx)

ANHA