Mihrîcana Jenyariya Tekane li Rojava berdewam e

Di roja sêyemîn a Mihrîcana Jenyariya Tekane li Rojava de, gelek hunermend beşdar bûn. Her wiha koma Reqa ya kultura gelêrî hindek ji berhemên xwe yên hunerî pêşkîş kirin.

Mihrîcana Jenyariya Tekane li Rojava berdewam e
Mihrîcana Jenyariya Tekane li Rojava berdewam e
Mihrîcana Jenyariya Tekane li Rojava berdewam e
Mihrîcana Jenyariya Tekane li Rojava berdewam e
Mihrîcana Jenyariya Tekane li Rojava berdewam e
19 ÇILE, 2019   21:13

QAMIŞLO

Mirhîcana Jeyariya Tekane li Rojava bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Yekîtiya Hunermendên Cizîrê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê hate orgenîzekirin. Çalakiya mihrîcanê di roja xwe ya sêyemîn de bi beşdarbûna gelek hunermendan berdewam e.

Hunermendan bi lêdana gelek amûran wek ûd, biziq, baxleme û cimbiş tev li çalakiyên roja sêyemîn a mihrîcanê bûn. Ji aliyê xwe ve komîteya çavdêr nêrînên xwe dide û jenyariya beşdaran dinirxîne.

Yek ji endamên Komîteya Çand û Hunerê yê Reqayê Ebdulxefûr Xelef tekez kir ku tevlibûna Reqayê di mihrîcanê de gavek baş bû. Xelef destnîşan kir ku mihrîcan derfeteke ku pêkhateyên herêmê çanda xwe bi hev re parve bikin.

Ebdulxefûr destnîşan kir ku mihrîcan peyamek diyar e ku pêkhateyên herêmê bihevgirtina xwe muzeyîkek xweşik a jiyana azad û demokratîk ava kirine.

Mihrîcan li gorî plansaziya Komîteya Amadeker berdewam e.

(şx)

ANHA