Li ser binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê rêzefîlm hatin pêşandan

Ajansa Rûmaf bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Şehbayê rêzefîlîm li ser binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrînê nîşan dan.

Li ser binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê rêzefîlm hatin pêşandan
Li ser binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê rêzefîlm hatin pêşandan
Li ser binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê rêzefîlm hatin pêşandan
Li ser binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê rêzefîlm hatin pêşandan
Li ser binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê rêzefîlm hatin pêşandan
Li ser binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê rêzefîlm hatin pêşandan
Li ser binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê rêzefîlm hatin pêşandan
19 ÇILE, 2019   21:16

ŞEHBA

Bi beşdarbûna bi sedan şêniyên Efrîn, Şehba, rêveberên saziyên sivîl ên Efrîn û Şehba û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê yên Şehba. Ajansa Rûmaf 3 belgefîlm li Kampa Serdem a li gundê Til Sosin a Şehba pêkêş kirin. Belgefîlm balê dikşîne ser êrîş û binpêkirinên hovane yên dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê.

Beriya pêşandana fîlman deqeyeke rêz hate girtin. Piştre Rêveberê Navenda Çand û Hunerê ya Şehbayê Ebdilezîz El-Kose li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku hemû çekên giran û balefirên şer bi kar anîn kir.

Fîlm li ser çîroka ciwanekî bi navê Mehmûd ê gundê Şêx Îse ya Til Rifetê ya Kantona Şehbayê  ku  koçe Efrînê bibû,  malbata wî  bû qubana dagirkeriya Tirkiyê. Mehmûd nexweşî di serî de hebû û tedawiya xwe li nexweşxaneya Efrînê didît, lê piştî êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê careke din koçe Şehbayê bû, ji ber vê yekê nikarî tedawiya xwe bidîta û rewşa wî ya teduristî xirab bû û wefat kir.

Fîlmê duyem ê bi navê "Tirajîdiya Serdemê " li ser du malbatên Efrînî ku piraniya ferdên malbatê astengdar in û yek din di berxwedanê de şehîd dibe. Malbata duyemîn jî kurekî wê ker û lala ku malbata xwe winsa kiribû li ji aliyê çeteyan ve dihate êşkencekirin.

Piştre begefîlmek li ser gundê Um El-Hoş ê Kantona Şehbayê hate pîşandan. Belgefîlm li ser dîroka gund û têkikiyên biratî di navbera şêniyên Ereb û Kurd de û karên weke sawaldarî û çandinî bû.

(dh)

ANHA