Şêniyên Tebqayê şehîdên xwe bi bîranîn

Bi dehan şêniyên Tebeqayê û şervanên QSD serdana goristana şehîdan kirin û find li ser gorên wan pêxistin.

Şêniyên Tebqayê şehîdên xwe bi bîranîn
19 ÇILE, 2019   20:55

TEBQA

Malbatên şehîdan, nûnerên saziyên sivîl û şervanên QSD‘ê serdana goristana şehîdan kirin.

Li goristanê deqeyeke rêz hate girtin. Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Abdulkerîm El-Îbrahîm êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Efrînê şermezar kir û got "Salek beriya niha dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê bi tank û balafiran êrîşî herêma Efrînê kirin. Li hemberî êrîşên hovane gelê Efrînê berxwedaneke mezin nîşan da."

Ebdulkerîm soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre şêniyan find li ser gorên şehîdan vêxistin.

(dh)

ANHA