Cenazeyê şehîd Eşref hate veşartin

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê cenazeya endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Eşref Xilêf ê ku dema erka xwe bi cih di anî, şehîd bibûn li goristana şehîdan a navçeyê spartin axê.

Cenazeyê şehîd Eşref hate veşartin
Cenazeyê şehîd Eşref hate veşartin
Cenazeyê şehîd Eşref hate veşartin
Cenazeyê şehîd Eşref hate veşartin
Cenazeyê şehîd Eşref hate veşartin
Cenazeyê şehîd Eşref hate veşartin
19 ÇILE, 2019   16:21

HESEKÊ

Şêniyan cenazeya endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Eşref Xilêf ji pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi kerwanekî bi heybet berê xwe dan gorisatana şehîdan a navçeya Şedadê.

Merasîmê bi toraneke leşkerî ji aliyê endamên Hêzên Ewlekariya Hurdirîn ve dest pê kir. Piştre bi navê rûspiyê Êla El-Cibûr Ekerem Mehşûş, bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Seyîd û bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Nacî Nicûm axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwest û hate gotin, şehîdan ji bo jiyaneke bi rûmet û azad canê xwe feda kirin.  axivîn.

Her wiha hate gotin ku şervanên QSD`ê di şerê tinekirina terorê de bi hemû hêza xwe şer dikin û mizgîniya rizgarkirinê nêzîk e.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Silêman El-Salih nasnameya şehîd xwend û rasdestî malbatê kir. Cenazeyê şehîd di nava diruşme û tîlîliyên dayikan hate veşartin.

(dh)

ANHA