3. Konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê bi dawî bû

Konferansa sêyemîn a Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê bi hilbartina rêveberên yekitiyê bi dawî bû.

3. Konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê bi dawî bû
3. Konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê bi dawî bû
19 ÇILE, 2019   16:49

KOBANÊ

Konferansa sêyemîna Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê di destên sibehê de dest pê kiribû. Konferans bi dirûşma "Bi hevalbendiya pênûs û çekê rakirina metirsiyan pêkan e" li Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê hat lidarxisitn.

Di konferansê de gelek rewşenbîrên herêma Cizîrê, hevserokê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demoratîk (TEV- DEM) Xerîb Hiso, hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a kantoana Kobanê Xebat Findê  û bi sedan mêvan û endamên saziyan amade bûn.

Piştî axaftina hevserokê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demoratîk (TEV- DEM)  Xerîb Hiso û hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Kontona Kobanê Xebat Findê peyamên pîrozbahiya konferasnê hatin xwendin û rewşa siyasî hate nirxandin.

Paşê jî rêziknameyê yekitiyê hate xwendin û li gorî pêşniyarên delegeyan hin bendên wê hatin guhertin. Rêzikname bi piraniya delgeyan hate erêkirin.

Di dawiya konferansê de ji bo hilbijartina rêveberên nû dengdan pêk hat, di encamê de 7 rêveber hatin hilbijartin.

ANHA