Jinên Tebqayê: Efrîn sembola berxwedan û serhilandê ye

Rêveberiya Jin a Tebqayê binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên hovane der heqê şêniyên Efrînê de şermazar kir û gotin "Efrîn sembola berxwedan û serhildanê ye".

Jinên Tebqayê: Efrîn sembola berxwedan û serhilandê ye
19 ÇILE, 2019   16:07

TEBQA

Ji bo salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve di 20'ê Çileya 2018'an de Rêveberiya Jin a Tebqayê daxuyanî da. Daxuyanî li ber navenda Rêveberiya Jin a Tebqayê bi beşdarbûna hejmarek jinên herêmê, ji hêla endama rêveber Zehra El-Hemadê hate xwendin. Jinên beşdar pankartên bi nivîsa 'Efrîna serhildêr Efrîna berxwedêr hildan'.

Di daxuyaniyê de hate gotin: 'Birîna te birîna me ye. Qêrîna te qêrîna me ye. Em mîna yek laşî ne. Me Efrîn ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin ji ber ku ew sembola berxwedan û serhildanê ye.'

Di daxuyaniyê de berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê di dirêjahiya 60 rojan de li li hemberî êrîşên hovane ya balafirên artêşa Tirk a dagirker hate bibîrxistin û wiha hat domandin "Beriya salekê Erdogan bi hinceta şerê li dijî terorê Efrînê dagirker kir. Her welatiyekî Efrînê hêz û cesaret temsîl dike, rexmî êrîşên hovane yên Tirkiyê bi dirûşma berxwedan jiyanan e  ango dirûşma Avesta û Arîn li hemberî dagirkeriyê têkoşiyan."

Jinan di dawiya daxuyaniyê de teqez kir ku wê Efrîn rizgar bibe, Efrîn ji dagirkeriya Tirk re nehêlin û dê bi giyana Berxwedana Serdemê bi serkevin.

(şx)

ANHA