Akademiya Mezopotamya 2 dewre bi dawî kirin

Akademiya Mezopotamya ya Edaleta Civakî dewreyên xwe yên 5 û 6`an bi dawî kirin.

Akademiya Mezopotamya 2 dewre bi dawî kirin
Akademiya Mezopotamya 2 dewre bi dawî kirin
Akademiya Mezopotamya 2 dewre bi dawî kirin
Akademiya Mezopotamya 2 dewre bi dawî kirin
Akademiya Mezopotamya 2 dewre bi dawî kirin
Akademiya Mezopotamya 2 dewre bi dawî kirin
19 ÇILE, 2019   13:16

QAMIŞLO

Akedemiya Mezopotamya ya Edaleta Civakî dewreyên xwe yên 5 û 6’an ku 76 xwendekar tev lê bûbûn, bi dawî kirin.

Dewre bi merasîmekê bi dawî bû. Merasîm li Fakulteya Endezyariyê ya Çandiniyê ya Zahîngeha Rojava çêbû. Nûnerên saziyên sivîl, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, mamoste û xwendekar tev li merasîmê bûn û xwendekaran karnameyên xwe standin.

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê Semîra Hac Elî di merasîmê de axivî û diyar kir ku armanca vekirina akademiyan û perwerdekirina xwendekaran ew e ku ji ciwanan nifşekî ku dikare rêveberiyê bike û civakê bi pêş bixin, ava bikin.

Her wiha berpirsê Buroya Têkiliyên Derve yê TEV-DEM`ê Aldar Xelîl hemû xwendekar pîroz kirin û hêviya serkeftinê di jiyana wan a kar de xwest. Aldar Xelîl diyar kir ku di demekê de ku dijmin gefan û hewldanên xwe ji bo dagirkirina xaka wan dike, ew karnameyên bidawîkirinê radestî xwendekaran dikin, ev jî nameyeke hilbijartina têkoşîn û berxwedanê ye.

Aldar Xelîl bi minasebeta salvegera dagirkirina Efrînê wiha got: “Gelê Efrînê berxwedaneke mezin nîşan da û hêjayî rûmetê ye. Ji mafê gelê Efrînê ye ku  xaka xwe rizgar bike û vegere welatê xwe. Îro em dibînin ku Kurd hemû ji bo rizgarkirina Efrînê amade ne, çawa ku ji bo berxwedana Efrînê amade bûn.”

Aldar Xelîl destnîşan kir ku tu mal li Rojava û Bakurê Sûriyê neman ku şehîd û lehengiyên mezin nedan, ji bo wê divê ev gel bi azadî û bi rûmet bijî û Rêveberiya Xweser ji her alî ve ji bo diyalogê vekirî ye bi şertê ku maf û destkeftiyên şoreşê mîsoger bikin.

Merasîm bi şahî û gerandina govendê bi dawî bû.

(jo/bm)

ANHA