Rewşenbîrên Dirbêsiyê: Divê partî ji siyasetên derve dûr bikevin

Rewşenbîrên navçeya Dirbêsiyê bang li partiyên kurdî kir ku ji siyasetên derve dûr bikevin û ji bo berjewendiyên gelê Kurd bixebitin.

Rewşenbîrên Dirbêsiyê: Divê partî ji siyasetên derve dûr bikevin
19 ÇILE, 2019   07:58

OLVA HAC MENSÛR / HESEKÊ

Tevî ku KNK`ê komîteyek ava kir ku hemû partiyên siyasî yên Kurd kongreya neteweyî ya Kurdistanê li dar bixin, lê hin partiyên siyasî helwesta xwe der barê kongreyê de diyar nekiriye, tevî ku Rêvberiya Xweser a Demokratîk rê da partiyan ku buroyên xwe vekin.

Der barê mijarê de, rewşenbîrên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ji ajansa me re axivîn.

Endama Yekitiya Rewşenbîrên navçeya Dirbêsiyê Remziyê Remedan ji partiyên siyasî yên ku beşdar nebûne, xwest ku beşdarî însiyatîfa KNK`ê bibin û wiha got: "Dem dema em bibin yek û bi yekrêzî li dijî dijminê me ku her tim dixwaze Kurdan tine bike, bisekinin."

Remziyê teqez kir ku pir girîng e hemû alî beşdar bibin û daxwazên gel bidin ser daxwazên kesayetî û partiyan û ji bo berjewendiyên gelê Kurd bixebitin û dûrî dewletên ku dixwazên yekitiya Kurdan pûç bikin, bikevin.

Remziyê da xuyakirin ku hin partiyên siyasî ku yekbûna gelê Kurd red dikin, ne xwedî biryar û helwest in, ji ber ku li gorî siyasetên derve kar dikin, ji bo wê divê li xwe vegerin û ji bo berjewendiyên gelê xwe bixebitin.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Dirbêsiyê Ehmed Silêman destnîşan kir ku tevî girîngiya yekitiya gelê Kurd di demekê de ku êrîş li ser her çar parçeyên Kurdistanê pêk tên û însiyatîfa KNK`ê û Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyê, lê hin partiyên siyasî her tim dixwazin fitneyê çêkin û vê însiyatîfê bi dawî bikin.

Silêman diyar kir ku yek ji armancên girîng ên gelê Kurd û hêviyên wê yekbûna gelê Kurd e û gotina kurdî ye li dijî hemû dijminên Kurdan ku dixwazin vîna gelê Kurd bişikînin û hebûna wê ji holê rake.

Silêman ji hemû partiyên siyasî xwest ku beşdarî însiyatîfa KNK`ê bibin û yek armancê deynin ber xwe û parastina destkeftî û paşeroja gelê Kurd bikin dûrî partiyên derve û berjewendiyên kesayetî.

Ji aliyê xwe ve helbestvan Emel Hemo diyar kir ku yekbûna gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê gaveke girîng e, ji ber dijminên gelê Kurd hemû ji yekbûnê ditirsin û wiha pê de çû: "Bila her kes zanibe ku dijminê Kurdan statu û yekbûna wan naxwazin."

(jo)

ANHA