Odeya Bazirganiyê banga boykotkirina berhemên Tirkiyê kir

Odeya Bazirganiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga boykotkirina berhemên Tirkiyê kir.

Odeya Bazirganiyê banga boykotkirina berhemên Tirkiyê kir
19 ÇILE, 2019   07:46

SILAVA EBDULREHMAN – MÛRADA KENDA / QAMIŞLO

Ev demek e dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan û rayedarên AKP‘ê gefên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Bi vê yekê hewl dide serdema Osmanî vegerîne da ku berhemên herêmê talan bike.

Odeya Bazirganiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember van gefan kampanyaya boykotkirina berhemên Tirkiyê da destpêkirin.

Der barê mijarê de rêveberê Odeya Bazirganiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Azad Abdullah ev tişt anî ziman: "Kampanyaya me daye destpêkirin, bersiva gef û daxuyaniyên hikumeta Erdogan ên li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ji ber vê yekê em dixwazin bazirgan madeyên Tirkiyê boykot bikin, ji ber ku Tirkiye hewl dide rewşa herêmên me qezenc bike û aboriya xwe bi pêş bixe."

Abdullah destnîşan kir ku wan dihişt ku bazirgan madeyên xwarinê û wekî din ji Tirkiyê bînin da ku pêwîstiyên xwe bi cih bînin û wiha got: "Ji ber ku rêya çûn û hatinê di navbera herêmên Sûriyê de zehmet bû û hin herêm hê jî di bin dagirkeriya çeteyan de bûn, ew neçar diman ku pêwîstiyên bazirganiyê ji Tirkiyê bînin."

Azad Abdullah destnîşan kir ku piştî rizgarkirina piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ‘ê derfetên kar peyda bûn, kargeh ji nû ve hatin vekirin, her wiha rê di navbera herêman hundirîn de hatin vekirin û wiha got: "Niha em dikarin bi xwe debara xwe bi cih bînin û asta bazara herêmî bilind bikin û buhayê madeyên herêmî kêm bikin ku karibe xizmeta gelê bike û berhemên tirkî berdin."

Rêveberê Odeya Bazirganiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Azad Abdullah bang li welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet bazirganan, kir ku berhemên Tirkiyê baykot bikin û asta aboriya herêmê geş bikin.

ANHA