Li ser dewsa çeteyan li bavê xwe yê winda digere!

Di rêwîtiya derketina ji Efrînê ber bi Şehbayê de çîrokên xembar çêbûn. Di wan kêliyan de hêzên dagirker bi tank û balafiran şênî dikirin hedef. Ji ber êrîşên dagirkeran gelek kes şehîd û birîndar bûn, gelek kes jî winda bûn.

Li ser dewsa çeteyan li bavê xwe yê winda digere!
19 ÇILE, 2019   07:38

ŞERVÎN MUSTEFA – XANDÎ ELO / EFRÎN

Leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên 20‘ê Çileya sala derbasbûyî de bi teknîka şer a herî pêşketî bi tank û balafiran êrîşî gelê Efrînê kir. Gel û şervanên YPG/YPJ’ê bi berxwedaneke mezin 58 rojan li ber xwe da. Vê berxwedana bêhempa navê Berxwedana Serdemê li xwe kir.

Piştî 58 rojan Berxwedana Serdemê derbasî qonaxa xwe ya duyemîn bû. Gelê Efrînê li hember van êrîşên hovane derbasî kampên kantona Şehba bû û li wir berxwedana xwe berdewam kirin. Her çendî berxwedaneke mezin hatibe kirin jî, ew qas çîrokên biêş jî tê de pêk hatin. Di rêwîtiya derketina ji Efrînê ber bi Şehbayê de çîrokên cuda derketin. Di wan kêliyan de hêzên dagirker bi tank û balafiran şênî dikirin hedef, bi dehan kes ji ber êrîşan şehîd û birîndar bûn û hinek ji wan winda bûn. Yek ji wan serpêhatiya Xedîca Xelîl e ku bavê xwe winda dike û heta niha çarenûsa bavê wî ne diyar e.

Xedîca û bavê xwe ji ber êrîşên dagirkeran, wekî bi hezaran şêniyên Efrînê berê xwe da cihên ewle. Xedîca û bavê xwe berê xwe da navçeya Şiyê ya Efrînê. Di wê demê de topeke dagirkeran li cem wan ket. Di encamê de bavê wê birîndar dibe. Lê piştî ku bavê wê birîndar dibe ew û bavê xwe hev winda dikin.

Şeva derketina ji gund

Xedîca qala kêliyên derketina wan ji gund dike û wiha parve dike: "Dema artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî me kir, hinek ji me li malê û hinek jî li kar bûn. Piştî êrîşên 5 rojan jî em ji gund derneketin û ketin qebûyan. Piştî wê hat xwestin ku jin û zarok ji gund derkevin. Şeveke tarî bû, me nedikarî roniyan jî pêxin, di wê tariyê de û di bin topbaranê de em li erebeyê siwar bûn û derketin, me berê xwe da gundê Ereb Hemşelkê yê herêma Racoyê."

Xedîca got li gundê Hemşelkê ji ber topbaran û bombebaranê 35 rojan di şikeftan de man û wiha got: “Me tefşo jî bi xwe re biribûn û hesabê xwe yê girtina deriyê şikeftê ji ber topbaranê kiribûn."

Bavê wê nexwest ji gund derkeve

Bi dijwariya êrîşan Xedîca neçar ma ku ji gund biçe navenda bajarê Efrînê, piştî rêwîtiyeke zor û zehmet li gel tî û birçîbûnê xwe digihîne navenda bajarê Efrînê û di malekê de bê derî û pencere dimîne. Xedîca wiha serpêhatiya xwe didomîne: "Bavê min û hin sivîlên din qebûl nekir ji gund derkevin, digot heger mirinek hebe bila li ser axa welêt be."

Bavê wê birîndar dibe û heta niha aqûbeta wî ne diyar e

Xedîca diyar dike ku piştî çûyîna li Efrînê têkiliyên wê bi bavê wê re qut dibin û vî tiştî tîne ziman: "Piştî artêşa Tirk a dagirker gundê Qermîtleq dagir dike, bavê min ji gund derdikeve, beriya bighêje navçeya Şiyê topek li nêzîkî wan dikeve, heta niha em nizanin ka çi pê hatiye, hinekan gotin şehîd ketiye, piştî sê mehan ji bûyerekê kesekî Efrînê ji girtîgehên çeteyan derket û got bavê min di girtîgehê de ye û du hefet di girtîgehê de bi hev re man, min wêneyên bavê xwe nîşanî wî kirin."

Xedîca diyar dike ku kesê ji girtîgehê derketiye ji gundê Emra yê Şiyê ye, lê nizame bê ka di kijan girtîgehê de bû, ji ber ku dema hate girtin û berdan çavê wî girêdayî bûn.

Xedîca wiha axaftina xwe didomîne: "Em li nexweşxaneyan jî lê geriyan, gotin çeteyan ew ji nexweşxaneyê girt, me wêneyên wî nîşanî gelek kesên ji girtîgehên çeteyan derketibûn kir, gotin me ew ti carî nedîtiye."

Xedîca di dawiya axaftina xwe de dibêje "Gunehê bavê min ê 63 çi bû ku were girtin, ma çi sûc kiriye, bavê min palpişta min e dixwazim were berdan."

ANHA