ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-01-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-01-2019
19 ÇILE, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê, ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Ji bo şervanê QSD‘ê Maşûq Qenas re yê ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibû merasîmê sersaxiyê li goristana Şehîd Delîl Sarûxan tê lidarxistin, saet 10:00. Bi heman armancê jî li bajarê Minbicê ji malbatên qurbaniyên teqînê re sersaxî tê xwestin, sersaxî li dibistana Xesaniyê tê xwestin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Akademiya Mezopotamiya ya Zanistên Civakî beşa 5 û 6 ya xwendekaran mezûn dike. Şahî li avahiya fakuleteya Endizyariya Çandinî ya Zanîngeha Rojava tê lidarxistin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên taxa Şêxmeqûsd a Helebê têkildarî salvegera êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê û berxwedana gel a 58 rojan berdewam kir gotin, berxwedana Efrînê di rûpelên dîrokê de wê mayinde bimîne û teqez kirin ku berdêl çibe dê Efrînê rizgar bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Odeya Bazirganiyiê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kampayaya baykotkirina berhemên Tirkiyê da destpêkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rewşenbîrên navçeya Dirbêsiyê bang li partiyên kurdî kirin ku ji siyasetên derve dûr bikevin û ji bo berjewendiyên gelê Kurd bixebin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Welatiyên Efrînê, şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin di pêvajoya berxwedana Efrînê de têkoşîn û berxwedaneke bêhempa nîşan da, mêtingerî û dagirkeriya Tirkiyê nepejirandin û rêya berxwedanê hilbijart. Li her devereke kantona Şehbayê xwe bi rêxistin kirin, nexşeya rizgarkirina Efrînê saz dikin, di hundirê Efrînê de jî berxwedan dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÎNFOGRAGÎK

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê didome. Şervanên QSD‘ê bajaroka El-Şefaayê rizgarkirin, teqîna ku li bajarê bajarê Minbicê pêk hat ji bûyerên girîng e. Her wiha însyatîf Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê rastî eleqeyeke mezin ji aliyê hêzên Kurdî ve hate pêşwazîkirin. Partiya Yekîtiya Demokratîk kongreyên xwe didomîne. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

-Komîteya girêdayî KNK‘ê ya Rojava di çarçoveya xebatên xwe de serdana Buroya Partiya Biratî ya Kurdistanê û Lîberal a Kurdistanê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Kantona Şehbayê Îmad Dawûd got herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojekê li ser kesekî nebûn xetere, lê belê ewlehî ji tevahiya cîhanê re pêk anîn. Tirkiyê nikare herêmeke ewle ava bike, tevlihevî û binpêkirinên ku li herêmên dagir kiriye ji Cerablusê heya Idlibê rû didin isbata wê ya ber bi çav e. Îmad Dawûd bang li pêwîstiya aktîfkirina danûstandina Sûrî-Sûrî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî banga KNK’ê ya ji bo yekitiya aliyên kurdî, hîn jî hinek partiyên kurdî bersiva banga KNK’ê nedaye. Partiyên siyasî yên Kurd li Sûriyê bang li aliyên kurdî kir ku li dora maseyekê bicivin û yekitiya neteweyî ava bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn destnîşan kir ku têkoşîn, berxwedan û destkeftiyên gelê Kurd bi hêza yekitiyê xurt diin û wiha got: “Girîng e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekitiya gelê Kurd were avakirin. Bi hevgirtina gelê Kurd êrîşên siyasî û civakî dê werin şikandin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Weqfeya Jina Azad, navenda xwe li taxa Miftî ya bajarê Hesekê vedike, saet 11:00 (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rewşenbîrên Jin ên Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê –Hesekê semînerekê li ser şerê taybet dide. Semîner li navenda yekîtiyê ya taxa Til Hecer tê dayîn, saet 15:00 (BI WÊNE Û DÎMEN).

Di rêwîtiya derketina ji Efrîn ber bi Şehbayê ve çîrokên cûda derketin, di wan kêliyan de hêzên dagirker bi tank û balafiran şênî dikirin hedef, bi dehan kes ji ber êrîşan şehîd û birîndar bûn û hinek ji wan winda bûn. Yek ji wan serpêhatiya Xedîca Xelîl e ku bavê xwe winda dike û heta niha çarenûsa wî ne diyar e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Aborî ya girêdayî Rêveberiya Jin a Reqayê ji bo pêşxistina aboriya xweser gelek proje vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li taxa Şêxmeqsûd ji bo şermezarkirina gefên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşeke bi mişeleyan li dar dixe, saet 17:00 (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Çalakiyên Mihrîcana Jenyariya Tekane ya yekem li Rojava li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo di roja 3‘yemîn de didome, saet 14:00 (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê sêyemîn Kongfera xwe li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido li dar dixe, saet 10:00  (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Mûdîriyeta Tenduristiyê ya kantona Hesekê li navçeya Holê navenda tenduristiyê vedike, saet 12:00 (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA