Li Beyrûtê ji bo piştgiriya Leyla Guven kampanyek hate destpêkirin

Li paytexta Lubnan, Beyrûtê bi armacna piştgiriya parlamantera HDP‘ê Leyla kampanyek hate destpêkirin.

Li Beyrûtê ji bo piştgiriya Leyla Guven kampanyek hate destpêkirin
18 ÇILE, 2019   19:51

BEYRÛTÊ

Ji bo piştgiriya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda giran a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 72 roj e di greva birçîbûnê de ye, Weqfeya Newroz a Çand û Civakî bi Hevkariya Kongreya Star kampanyeke da destpêkirin.

Kampayaya li Beyrûtê dest pê kir. Di vê çaroveyê de belavok ku balê dikşîne ser çalakiya Leyla Guven hatin belavkirin.

Li gorî berpirsên kampanyayê, kampanya dê du rojan dewam bike û belavok li hemû deverên paytextê bêne belavkirin.

ANHA