Rêxistina PYD‘ê ya Girkê Legê kongreya xwe lidar xist

Rêxistina PYD‘ê ya navçeya Girkê Legê kongreya xwe ya sêyemîn li dar xistin û meclisa nû ava kir.

Rêxistina PYD‘ê ya Girkê Legê kongreya xwe lidar xist
Rêxistina PYD‘ê ya Girkê Legê kongreya xwe lidar xist
Rêxistina PYD‘ê ya Girkê Legê kongreya xwe lidar xist
18 ÇILE, 2019   18:21

QAMIŞLO

Rêxistina PYD‘ê ya navçeya Girkê Legê bi beşdarbûna 350 delegeyan kongreya xwe ya sêyemîn lidar xist. Kongrê bi dirûşma "Bi vîna azad û rêxistinbûyînê em Efrînê rizgar bikin û Sûriyeke  demokratîk û ne navendî ava bikin" li navenda Aram Tîgran a bajaroka Rimêlan hate lidarxistin.

Kongre bi axaftina Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen dest pê kir. Hesen bi xêrhatina beşdaran kir paşê rewşa siyasî bi kurtahî nirxand.

Şahoz Hesen got "Rastiya dîrokê ku em niha dijîn encamê têkoşîna bi salan e, wekî tevgereke şoreşgerî me ji civaka xwe şoreşek afirand û li hemberî kesên ku dixwazin dest bavêjin şoreşa me ji bo parastina destkeftiyên xwe em amade ne. Me ji derfetên kêm dest pê kir û heta em gihaştin vê astê."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongreya Star jî ku wekî mêvan beşdarî kongrê bibûn axaftin hatin kirin û kongre li partiyê hate pîrozkirin û rola wê ya di pêkanîna demokrasî û biratiya gelan de hate silavkirin.

Paşê ji bo birêveberina kongreyê 5 endam hatin hilbijartin. Di Kongrê de rapora salane ya xebatên partiyê hate xwendin û nîqaş û pêşiyar hatin kirin.

Di dawiyê de endamên meclisê ji 12 kesan hatin hilbijartin.

ANHA