Mihrîcana Jenyariya Tekane ya Rojava berdewam e

Çalakiyên Mihrîcana Jenyariya Tekane ya yekem li Rojava li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo didome.

Mihrîcana Jenyariya Tekane ya Rojava berdewam e
Mihrîcana Jenyariya Tekane ya Rojava berdewam e
Mihrîcana Jenyariya Tekane ya Rojava berdewam e
Mihrîcana Jenyariya Tekane ya Rojava berdewam e
Mihrîcana Jenyariya Tekane ya Rojava berdewam e
Mihrîcana Jenyariya Tekane ya Rojava berdewam e
18 ÇILE, 2019   17:58

QAMIŞLO

Yekemîn Mîhrecan Jenyariya Tekane ya Rojava bi dirûşmeya "Di nava şoreşê de mûzîk şoreş e" ji aliyê Desteya Çand û Hunerê Yekîtiya Hunermendên Cizîrê ve li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo lê darxistin.

40 mûzîkvan û hunerêmên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji paytexa Sûriyê jî hejmarek hunermend wekî mêvan beşdarî mîhrecanê bûne.

Di roja duyemîn a mîhrecanê de, endamê Qandîqeya Hunermendên Sûriyê Nûr El-Eselî ku wekî mêvan beşdarî mîhrecanê bûye li amûrê ûdê berhemên ji mûzîka kevneşopiya erebî ya Şamê pêşkêş kir.

Her wiha Hevserokê Tevgera Çand û Hûnerê ya Zorava ya Şamê jî wekî mêvan li bizqê da.

Di roja duyemîn de 15 lîstikvanan berhemên xwe yên mûzîkê pêşkêşkirin.

Mîhrecan dê du rojên din dewam bike.

ANHA