Tîma Ciwanên Efrînê B xelata turonveyê wergirt

Tîma Ciwanên Efrînê (B) xelata turnoveya ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ve hatibû organîzekirin, girt.

Tîma Ciwanên Efrînê B xelata turonveyê wergirt
Tîma Ciwanên Efrînê B xelata turonveyê wergirt
Tîma Ciwanên Efrînê B xelata turonveyê wergirt
Tîma Ciwanên Efrînê B xelata turonveyê wergirt
18 ÇILE, 2019   18:57

ŞEHBA

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê  25‘ê Kanûnê Pêngava "Ji hişberiyê re na û ji jiyanê re erê" dabû destpêkirin. Pêngav bi çalakiyên cûda berdewam in.

Di çarçoveya pêngavê de û di heman dîrokê de turnoveyeke fotbolê bi beşdarbûna 12 tîman hate birêxistinkirin.

Piştî gelek lîstikan Tîma Ciwanên Efrîn B û Ciwanên Şehbayê A gihaştin qonaxa dawî.

Lîstik li stadeke Şehbayê bi amadebûna girseyeke qarbalex li dar ket.

Di dawiyê de Tîma Ciwanên Efrîn B bi (4-3) bi serket.

Di dawiyê de kupaya turoveyê pêşkêşî lîstikvanên tîma Efrîn B û perwerdekarên hemû tîman hate kirin.

ANHA