Li Xezayê 11 Filistînî birîndar bûn

Di çarçoveya Meşa Mezin a Vegerê de li rojhilatê sînorê Xezayê hêzên Îsraîlê êrîşî çalakiya Filistîniyan kir,11 kes birîndar bûn.

Li Xezayê 11 Filistînî birîndar bûn
18 ÇILE, 2019   17:43

XEZA

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihand ku hêzên Îsraîlê li her pênc Wargehên mudaxeleya çalakgerên Meşa Mezin a Vegerê kirin, di encam de 11 kes jê du rojnamevan bi guleyên raste rast birîndar bûn.

Nûçegihanê me diyar kir ku rewşa birîndaran di navbera sivîk û navîn de ye.

ANHA