Cenazeyê Maşûq li Qamişlo hate veşartin

Cenazeyê şehîdê QSD‘ê Maşûq Qenas bi merasîmekê li goristana Şehîd Delîl Sarûxan hate veşartin.

Cenazeyê Maşûq li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê Maşûq li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê Maşûq li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê Maşûq li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê Maşûq li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê Maşûq li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê Maşûq li Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê Maşûq li Qamişlo hate veşartin
18 ÇILE, 2019   17:41

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê QSD‘ê Maşûq Qenas (Gelhat) ku 15‘ê Çileyê di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibû li ber navenda Melcisa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo kom bûn.

Welatiyan piştî ku cenaze ji meclisê wergirtin bi kerwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve bi rê ketin. Li goristanê jî kerwanê cenaze ji aliyê bi sedan şêniyan, nûnerên Rêveberiya Xweser, endamên saziyên civaka sivîl û hêzên leşkerî ve hate pêşwazîkirin.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin û turana leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve dest pê kir.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo ji rêveberên meclisê Îdan El-Efîn axivî û ji malbata şehîd re sersaxî xwest.

Di merasîmê de, Şêwirmendê Giştî yê Karûbarên Sivîlan a girêdayî QSD‘ê Rêzan Gulo jî axivî û wiha got "Ne jî şehîdên me baya wê çeteyên DAIŞ‘ê tevahî cîhan dagir kiriba, çeteyên DAIŞ‘ê li ser hemû mirovatiyê xeter in. Hêzên tarî xwestin di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevliheviyê derxînin, lê bi saya şehîdan, rûspî û oldarên xêrxwaz û fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû komployên wan vala hatin derxistin.

Rêzan Gulo di dawiya axaftina xwe de, soza şopandina rêya şehîdan da.

Serokê Meclisa Rêveber a  herêma Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn.

Sarûxan bal kişand ser komployên li dijî gelê Sûriyê têne kirin û got, Rêvebeiya Xweser bi hêza xwe ya leşkerî dikare herêmê ji kompkoyan biparêze.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd ji aliyê enadma Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Revîn Şêxmûs ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan de hate veşartin.

ANHA