Li herêma bêçek binpêkirin dewam dike

Komên çete yên Tirkiyê noqteyên rejîma Sûriyê li herêma qaşo bêçek, kirin hedefa xwe û hêzên rejîmê jî bersiv da. Bi vê yekê jî tifaqa di navbera Pûtîn û Erdogan de ku di 17`ê Îlonê de îmze kiribûn, binpê dibe.

Li herêma bêçek binpêkirin dewam dike
18 ÇILE, 2019   10:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma qaşo bêçek binpêkirin dewam dikin. Der barê mijarê de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku hêzên rejîmê bi çekên giran îro sibehê herêmên li bajarê El-Latmanê, gundê bakurê Hemayê yê di nava herêma bêçek de hedef girt.

Navendê got hêzên rejîmê herêmên li bakurê rojhilatê çiyayên Laziqiyê û herêmên li Sehil El-Xab hedef girtin, her wiha komên çete yên Tirkiyê şeva derbasbûyî li gundên başûrê Helebê cihên hêzên rejîmê kirin hedefa xwe.

Der barê mijarê de ajansa Sana ya rejîmê wiha got: "Yekîneyên artêşa Sûriyê li bajarokê El-Hemîmat li gundê bakurê Mehredê bi çekên giran hewldanên komên terorîst li derdora bajarokê Til El-Sexir têk birin û di nava wan de kuştî û birîndar pêk hatin."

Ajansê wiha dewam kir: "Yekîneya artêşê li Til Bizam li gundê bakurê Hemayê bersiva binpêkirinên terorê û êrîşên wan li ser noqteyên leşkerî li herêma bêçek da û kuştiyên wan çêbûn."

Li aliyekî din jî hêzên rejîmê li derdora herêma bêçek hêzên xwe xurt dike. Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê di seatên êvarê de pêşketinên hêzên rejîmê bi tabûreke leşkerî bi zêdetirî 35 wesayîtan ên feyleqa 5 û ferqa 9 ku ji aliyê Rûsyayê ve desteka xwe digirin, di nava wesayîtan de çek û cebilxane, leşker û lojîstîk hebûn, berê xwe dida cihê xwe li El-Cirniyê, El-Cemlê û Til Milih di navbera bajarokên Mehredê û El-Siqîliyê li gundê El-Hemewî.

Der barê mijarê de, tabûreke nû ya hêzên fermandar Suhêl El-Hesen bi nasnav El-Nimir di hêzên rejîmê de gihaştin herêma Corîn li Sehil El-Xab li gundên bakurê rojavayê Hemayê.

Serokê Rûsyayê Vilademîr Pûtîn û yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di 17`ê Îlonê de tifaq kir ku herêmeke bêçek bi dirêjiya 15-20 km di nav de beşek ji parêzgeha Heleb, Idlib, Hema û Laziqiyê de pêk were, li gorî bendên tifaqê ku Tirkiye çekên xwe yên giran ji çeteyên xwe bistîne û paşê çete ji wê herêmê derkevin heta 15`ê Cotmeha çûyî lê Tirkiyê soza xwe pêk neanî û ev tifaq pêk nehat.

Bi destpêkirina sala 2019`an re çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê ku di lîsteya terorê de ye) dest bi kontrolkirina herêmên nû li Idlibê kir, bi vê yekê zêdetirî ji sedî 75 parêzgeh kontrol kiriye û li wir noqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê di herêmên Cebhet El-Nusra de hene.

(jo)