Li Dêrazorê 2 stasyonên avê hatin sererastkirin

Stasyona avê ya li gundê El-Riz ê Dêrazorê, ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû rûxandin û amûrên wê hatibûn dizîn. Piştî çend salan Komîteya Çandiniyê ya Dêrazorê stasyon sererast kirin û xistin ber xizmeta gel. 

18 ÇILE, 2019   10:16

DÊRAZOR

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê gelek herêmên Sûriyê dagir kirin, cihên giştî yên jiyana şêniyan wêran kirin.

Yek ji van cihan jî stasyona gundê El-Riz ê Dêrazorê ye. Dema DAIŞ ket Dêrazorê wekî hemû cihan, stasyon jî wêran kirin. Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê ev 5 meh e ji bo sererastkirina stasyonê kar dike. Komîteyê gelek parçeyên stasyonê peyda kirin. Sererastkirina stasyonê beriya çend rojan bi dawî bû.

Stasyon li kêleka çemê Firatê û 45 km ji Dêrazorê dûr e. 7 yekîneyên devişkirinê hene. Ev stasyon ji kanaleke xwarkirî bi dirêjahiya 5 km avê deviş dike û av dikeve stasyona duyemîn.

Tê zanîn ku her du stasyon 11 hektar donim zeviyên çandiniyê li ser 27 km av dide. Stasyon avê dide gundên El- Şehîl, El- Riz, El-Bisîra, El- Etal, Hewaciyê, Zîban û Tenan. 12 xetên sereke yên avê li 3 hezar û 700 henefiyan belav dikin û ew jî avê li gundan belav dikin. Stasyon avê digihîne 80 hezar kesî.

Bi boneya sererastkirina her du stasyonan merasîmek hate lidarxistin. Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Ebdilrezaq El-Rehîm, rêveberê Komîteya Çandiniyê Yasir El-Esker û bi navê Komîteya Aborî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Mihemed El-Beşîr di merasîmê de axivîn.

Axaftvanan teqez kir ku aramiya herêmê bi saya QSD’ê çêbûye û hevgirtina gel hişt projeyên wan pêk werin. Her wiha destnîşan kirin ku serastkirina her du stasyonan dê roleke girîng di vegerîna çandiniyê de bilîze.

Rêveberiya Komîteya Çandiniyê Qeyser El-Hevil jî wiha got: "Li gundewarên Rojhilatê Dêrazorê ji çend salan ve çandinî sekinîbû, tu jêderên debara şêniyan ji bilî çandiyê tune ne. Sererastkirina her du stasyonan dê alîkariya şêniyan bike."

(dh/bm)

ANHA