Li gundekî Dêrikê çîrokeke afirîneriyê

Apê Dîbo beriya 40 salan li gundê xwe kargeheke biçûk a sererastkirina alavên elektronîk ava kir û heta niha jî vî karî dimeşîne.

Li gundekî Dêrikê çîrokeke afirîneriyê
Li gundekî Dêrikê çîrokeke afirîneriyê
Li gundekî Dêrikê çîrokeke afirîneriyê
18 ÇILE, 2019   10:08

ÎSAM  ABDULAH - NEJBÎR OSMAN / QAMIŞLO

Ji ber ku li gundan karên teknîk pir nîn in, kes li gundan kargehên çêkirin û sererastkirina alavên elektronîk çênake. Ji ber ku ev kar wek karekî bajaran tê dîtin.

Lê Apê Dîbo yê 84 salî beriya 40 salan li gundê Girkê Dijwar ê Koçerat ê Dêrikê kargeheke sererastkirina (temîr) alavên elektronîk ava dike. Ev 40 sal e apê Dîbo karê xwe li gund dimeşîne.

Dîbo Eyûb, hîn di zaroktiya xwe de ji karên afirînerî, pîşesazî û kehrebeyê hez dikir. Malbata wî bi çandinî û sewalkariyê re mijûl dibû. Lê apê Dîbo ji karên afirîneriyê hez dikir, lewma jî di temenê 12 saliyê de aşekî biçûk çêdike. Ev gava yekemîn bû ku apê Dîbo ji bo pîşeya xwe avêt. Bi demê re ev kar ji hobiyê derbas bû û bû çavkaniya debara apê Dîbo.

Her çendî apê Dîbo dibistan nexwendibe jî, lê ji ber ku hêza wî ya afirîneriyê zêde bû, ew bi xwe li gund fêrî xwendin û nivîsandinê dibe. Apê Dîbo ji xwe re pirtûkên taybet ên çêkirina amûrên elektronîk peyda dike. Piştî xwe fêrî pîşeyê dike, naçe bajar, li gundê xwe di mala xwe de odeyekê dike cihê kar û bi alavên biçûk dest bi pîşeya xwe dike.

Apê Dîbo xwe bi pêş dixe û niha jî amûrên elektronîk ên wekî cilşo, sarincên avê, perwane û amûrên xirabûyî yên elektronîk temîr dike.

Her wiha bi hostayî hinek cureyên çekan jî çêdike û gelek caran parçeyên ku kêm bin bi xwe çêdike. Şêniyên gundewarên Dêrikê kargeha apê Dîbo wek cihê sererastkirina alav û emrazên xwe dibînin.

Apê Dîbo gelekî ji pîşeya xwe hez dike û dibêje ew ne tenê ji bo madiyatê kar dike, ji ber ku armanca wî afirînerî ye. Li ruxmî temenê xwe yê mezin jî heta niha li ser karê xwe ye û lawekî xwe jî fêrî vî karî kiriye.

(dh/bm)

ANHA