Şêniyên Til Temirê şehîdê hêzên Ewlehiya Hundirîn oxir kir

Şêniyên navçeya Til Temirê cenazeyê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Yûsif Heso ku di encama krîza dil de şehîd bû, li goristana şehîdan a Til Temirê oxir kir.

Şêniyên Til Temirê şehîdê hêzên Ewlehiya Hundirîn oxir kir
Şêniyên Til Temirê şehîdê hêzên Ewlehiya Hundirîn oxir kir
Şêniyên Til Temirê şehîdê hêzên Ewlehiya Hundirîn oxir kir
Şêniyên Til Temirê şehîdê hêzên Ewlehiya Hundirîn oxir kir
Şêniyên Til Temirê şehîdê hêzên Ewlehiya Hundirîn oxir kir
17 ÇILE, 2019   13:15

HESEKÊ

Şêniyan Til Temirê ya Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Til Temirê Yûsif Heso ku 16`ê Çileyê di encama krîza dil de şehîd bû, ji Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê wergirt û ber bi goristana şehîdan a navçeyê ve ketin rê.

Li goristanê merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, her wiha toreneke leşkerî ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hundirîn ve hat lidarxistin.

Di merasîmê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Abdulbaqî Kotê, ji fermandarên Hêzên Ewlehiya Hundirîn Azad Abdullah û bi navê malbata şehîd birayê şehîd, Hisên Heso axivîn.  

Di axaftinan de îşaret bi rola şehîd Yûsif a di nava Hêzên Ewlehiya Hundirîn de hat kirin. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan heta dawiyê hate dayîn.

Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Diyana Hisên ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate oxirkirin.

(bx)

ANHA