Yekitiya Jinên Ciwan ji bo çalakiya Leyla Guven daxuyaniyek da

Yekitiya Jinên Ciwan a Rojava ji bo piştgiriya çalakiya hevseroka KCD`ê û parlamentera HDP`ê Leyle Guven ku 71 roj e ketiye greva birçîbûnê, daxuyaniyek da.

Yekitiya Jinên Ciwan ji bo çalakiya Leyla Guven daxuyaniyek da
Yekitiya Jinên Ciwan ji bo çalakiya Leyla Guven daxuyaniyek da
17 ÇILE, 2019   12:59

KOBANÊ

Yekitiya Jinên Ciwan a Rojava ji bo piştgiriya çalakiya hevseroka KCD`ê û parlamantera HDP`ê Leyla Guven ku 71 roj e bê navber di greva birçîbûnê de ye, li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya kantona Kobanê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Gulistan Reşo ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Wekî tê zanîn tecrîda li ser rêber Apo ji sala 2015’an heya roja îro bi hemû cureyên giran berdewam dike û bi vê tecrîdê dixwezain rêber Apo ji me qut bikin û gelê Kurd ê serhildêr bê rêber bihêlin û di heman wextî de dixwazin fikrên Rêbertî yên mirovane û demokrasiyê bi vê tecrîdê pûç bikin. Lê belê dewleta Tirk a faşîst û dagirker baş dizane ku fikrên rêber Apo di dil û mêjiyê hemû mirovên azadîxwaz de belav bûne. Îro jî bi pêşengiya Leyla Guven ku çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ev 71 roj e didomîne, ev yek xwe dide nîşandan.

Di heman wextî de li Başûr û Ewropa û li hemû zindanên bakurê Kurdistanê bi sedan mirov di nava vê çalakiyê de ne ku hemûyan bi heman armancê û heman dilî mezin dikir ew e ku bûye tecrîda li ser Rêbertî ranebe, ev çalakî jî bi dawî nabe.

Me di şexsê Leyla Guven de dît ku hemû jinên Kurd û jinên tevahiya cîhanê, azadiyê di rêya rêber Apo bibînin û azadiya rêber Apo azadiya hemû jinan e.

Em jî wek jinên ciwan ên Rojava heya ku tecrîda li ser Seroketî ranebe û azadiya serok a fizîkî nebe û hemû xwestekên di çalakiyê de pêk neyên, em jî her di nava çalakiyan de ne.

Em dibêjin ji bo hemû hevalên di çalakiyê de û ji heval Leyla Guvan re; tu ne bi tenê yî, em ê dengê te, xwesteka te li hemû cîhanê belav bikin û em soza vê didin ku em wek jinên ciwan ên Rojavayê Kurdistanê qiyametê rakin û serkeftinê mîsoger bikin."

(şm-hk)

ANHA