Di pêşangehê de dagirkeriya Tirkiyê hat nîşandan

Bi minasebeta salvegera dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê, Buroya Jin a MSD’ê bi drûşmeya "Bi hev re ji bo rizgarkirina Efrînê" pêşangeheke wêneyên qurbaniyên êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li dar xist.

Di pêşangehê de dagirkeriya Tirkiyê hat nîşandan
Di pêşangehê de dagirkeriya Tirkiyê hat nîşandan
Di pêşangehê de dagirkeriya Tirkiyê hat nîşandan
Di pêşangehê de dagirkeriya Tirkiyê hat nîşandan
Di pêşangehê de dagirkeriya Tirkiyê hat nîşandan
17 ÇILE, 2019   13:33

QAMIŞLO

Bi minasebeta şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê, Buroya Jinan a MSD’ê bi dirûşmeya "Bi hev re ji bo rizgarkirina Efrînê" pêşangeheke wêneyan ku tê de wêneyên qurbaniyên Efrînê hatin nîşandan, li dar xist. Her wiha di pêşangehê de sînevîzyonek li ser ewlehiya Efrînê ya beriya dagirkeriya Tirk hat nîşandan.

Di vekirina pêşangehê de gelek rêxistin, deste, saziyên jinan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha hevseroka MSD`ê Emîne Omer û koodînatora giştî ya Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat amade bûn.

Di pêşangehê de wêneyên şervanên YPG`ê û YPJ`ê ku bi çalakiyên fedayî li dijî dagirkeriya Tirkiyê rabûn, wêneyên qurbaniyên bombebarana artêşa Tirk li ser Efrînê û gundên wê hatin pêşandan. Di nava wêneyan de rûxandin û xerabkirina cihên pîroz, koçberiya şêniyên Efrînê ji bajarê wan, talankirin û dizîna çeteyên Tirkiyê di dema dagirkirinê de, guhertina demografîk, çandî û zimanî li bajarê Efrînê hatin pêşandan. Li ber her wêneyekê çiqileke zeytûnê û findek hatibûn danîn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîne Omer axivî û wiha got: "Tenê em dikarin şehîdên xwe yên leheng bi bîr bînin ku berxwedaneke mezin dan meşandin." Emîne silav ji malbatên Efrînê ku li kampan dijîn re şandin û got ku wan ew kamp kirin cihê berxwedanê.

Emîne da xuyakirin ku aloziya Sûriyê ji Tirkiyê re bû firsend û wiha got: “Yê ku di aloziya Tirkiyê de feyde dît Tirkiye bû. Komên çeteyan bi hêsanî derbasî Sûriyê kir. Di aliyê pere û lojistîk de alîkarî da komên çeteyan. Bi hevkariya opozîsyonê şoreşa Sûriyê veguherandin şoreşa faşîzmê. Tirkiyê bi rêya opozisyonê Bab, Cerablus, Ezaz û herî dawî jî Efrîn dagir kirin.”

 Emîne destnîşan kir ku piştî berxwedana mezin a ji aliyê şervan û şêniyên Efrînê 58 rojan berdewam kir, aliyên navdewletî jî bi Tirkiyê re bûn komloger û wiha pê de çû: “Hêzên navdewletî rê li ber Tirkiyê vekir da ku Efrînê dagir bike. Lê gelê me biryara berxwedanê daye, vegera gelê me ji rêya berxwedanê tune ye.”

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîne Omer di dawiya axaftina xwe de li ser teqîna dawîn a li bajarê Minbicê jî wiha got: “Ew nameya Tirkiyê ji Koalîsyona Navneteweyî re û di serî de ji Amerîkayê re bû ku bibêje hûn nikarin li vir bimînin, ew jî nameyeke xuya bû ku Amerîka di zûtirîn demê de hêzên xwe ji Minbicê vekişîne.”

(jo/bm)

ANHA