Berdevkê fermî yê Rêveberiya Xweser hat diyarkirin

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna xwe ya asayî de berdevkê xwe yê fermî diyar kir. Berdevkê fermî yê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê ye.

Berdevkê fermî yê Rêveberiya Xweser hat diyarkirin
Berdevkê fermî yê Rêveberiya Xweser hat diyarkirin
17 ÇILE, 2019   11:26

GIRÊ SPÎ

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, duh civîna xwe ya asayî bi deste û buroyên rêveberiyê re li navenda rêveberiyê li navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî li dar xist. Di civînê de rewşa karê deste û buroyan hate nirxandin, her wiha plana kar danîn.

Di civînê de hevserok, cîgirên meclisa rêveber, hevserokên desteyan û buroyên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê beşdaran geşedanên dawîn li herêmê û li bajarê Idlibê, her wiha daxuyaniyên Tirkiye û Amerîkayê yên dawîn li ser çêkirina herêmeke ewle nîqaş kirin.

Her wiha beşdaran di nirxandinên xwe de diyar kir ku komên terorê bi fermana dewleta Tirk bajarê Idlibê kontrol dikin, Tirkiye dixwaze ji çeteyên ku bi salan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne, xilas bibe.

Beşdaran teqez kir ku şênî û pêkhateyên gelê Bakurê Sûriyê pişta xwe nadin tu aliyê derve ku parastina wan bikin, wan ala berxwedanê hildaye û li pêşiya gef û planên dagirkeran sekinîne.

Deste û buroyên Rêveberiya Xweser karê ku di nîviya vê mehê de kirin e, zehmetî û pirsgirêkên ku li pêşiya wan derketin û awayê derbaskirinê nîqaş kirin. Meclisa Rêveber li ser girîngiya pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji koçberên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re teqez kir ku ev yek ji bendên girîng ên plana paşerojê di civîna xwe de diyar kirin.

Her wiha Meclisa Rêveber, Luqman Ehmê wek berdevkê fermî yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir.

(bm)

ANHA