Macron, sersaxî ji Minbicê re xwest

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, derbarê êrîşa terorîstiyane ya duh li Minbicê pêk hat sersaxî xwest û wiha got: “Wan, ji bo ku azadiya me biparêzin canê xwe dan.”

Macron, sersaxî ji Minbicê re xwest
17 ÇILE, 2019   11:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Qesra Elysée li ser malpera xwe ya internetê mesajek derbarê êrîşa terorîstiyane ya duh li Minbicê pêk hat, parve kir.

Daxuyanî wiha ye;

“Hesên min bi kurbaniyên êrîşa li Minbicê de jiyana xwe ji dest dane re ne. Wan, ji bo ku azadiya me biparêzin canê xwe dan. Di van seatên bi êş de, Fransa li kêleka mitefîkê xwe DYA’yê ye. Dê heta dawî li dijî DAIŞ’ê ber bikin.”

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku duh li Minbicê, di seat 12.38’an de li kolana Sindisê ber deriyê xwaringeha Qesir El Umeraa teqînek rû da. Çeteyên DAIŞ’ê teqîn girt ser xwe. Di endama teqînê de 15 kes ku 4 ji wan leşkerên Amerîkayê bûn, şehîd ketin û 18 kes jî birîndar bûn. Ji 15 kesî 9 kes sivilin.