Li Fransayê teqîn, agir bi Zanîngeha Lyonê ket

Li Fransayê di dema tadîlata banê pirtûkxaneya Zanîngeha Lyonê teqînek rû da. Di teqînê de kesek birîndar bû û agir bi banê Zanîngehê ket.

Li Fransayê teqîn, agir bi Zanîngeha Lyonê ket
17 ÇILE, 2019   10:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Fransayê di dema tadîlata banê pirtûkxaneya Zanîngeha Lyonê ku dikeve başûrê Fransayê teqînek rû da. Di teqînê de kesek birîndar bû û agir bi banê Zanîngehê ket.

Rayedaran diyar kir ku di dema tadîlatê de şuşeyek gazê teqiya ye. Piştî teqînê agir bi banê Zanîngehê ket û gelek ekîpên îftayê (agirkuj) hatin cihê bûyerê.