Angela Davîs: Divê em rêbertiya Leyla Guven bişopînin

Akademîsyena DYA’yê  Angela Davîs, di nameya ji Leyla Guven re nivîsand û di wiha got: “Min Abdullah Ocalan weke ser muzakerevanê di dema aştiya Tirkiyeyê de nas kir. Niha, divê em rêbertiya Leyla ya li dijî tecrîda li ser Ocalan daniye holê bişopînin.”

 Angela Davîs: Divê em rêbertiya Leyla Guven bişopînin
17 ÇILE, 2019   09:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Akademîsyên, bîrewer û nivîskar Angela Davîs a weke girtiya siyasî li DYA’yê tê naskirin, ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlemetera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guvan a ku 71 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di greva birçîbûnê de ye, nameyek nivîsand.

Nameya Angela, di rojnameya New York Tîmes a Emerîkayê de, bi sernavê “Ji bo Tirkiyeyê: Leyla Guven a digreva birçîbûnê deye berdin” hat weşatindin.

‘Ez şert û mercên girtîgeha ku Ocalan lê dimîne şermezar dikim’

Angela, di nameya xwe de, diyar kir ku ew Leyla Guven weke miroveke ku xwe fedayî têkoşîna li dijî bêmafên mirovan kiriye, dizane û wiha got: “Niha, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd canê xwe daniye holê.  Leyla Guven li tevahiya cîhanê ji bo mirovên baweriya wan bi aştî, edalet û azadiyê tên, bûye îlhamek mezin. Ez beşdarî hemû kesên piştgiriyê didin wê dibim û şertên girtîgeha Ocalan lê dimîne şermezar dikim.”

'Yên li dijî mirinê derketin sûcdar hatin îlankirin’

Angela, di dewama nameya xwe de wiha got: “Niha bi hezaran rêber û nûnerên HDP’ê û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) mîna Leyla Guven li pişt deriyên hêsinin. Tevgera jinan a herî mezin a li Tirkiyeyê Kongreya Jinên Azad bi darê zorê hat girtin û gelek aktîvîstên wê di girtîgehan dene. Ji roja pêvajoya aştiyê di sala 2015’an de hat têkbirin, artêja Tirk bi hezaran Kurd kuştin û yên ku dengê xwe derxist jî sûcdar hatin îlankirin.”

Angela, anî ziman ku ew jî di sala 1970’yan de,  ji bo şermezarkirina şertên girtîgehê, ketiye greva birçîbûnê û şertên girtîgehên Tirkiyê wiha rexne kir: “Em kesên ku me girtîgeh û kompleksên endustriya DYA’yê şermezar kirin, me bi salan nêzîkatiya cesûr a jinên li dijî girtîgehên Amerîkî yên Tirkiyê li ber xwe dan, cesaret girt û dît.”

‘Divê Leyla Guven bê berdan’

Angela, di nameya xwe ya vekirî de wiha got: “Min Abdullah Ocalan weke ser muzakerevanê di dema aştiya Tirkiyeyê de nas kir. Niha, divê em rêbertiya Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Ocalan daniye holê bişopînin. Siyasetmedarên di girtîgehan de, dema ji bo parlamentoyê hatin hilbijartin divê bên berdan. Divê Leyla jî bê berdan.”

Angela Davîs kiye?

Angela, di serdama Rîchard Nîxon de li DYA’yê weke “terorîsté hat îlankirin û di sala 1970’yan de, ji ber  Kara Panter a şoreşger weke sûdar hat dîtin û cezayê darvekirinê ji bo wê hat xwestin. Ji ber ku girtina Angela Davîs di qada navnetewyî de rastî bertekên mezin hat, hatibû berdan. Davîs li DYA weke girtiyekê siyasî ya herî binav û deng tê naskirin. Angela akademîsyene û li binê gelek xebatên girîng îmzeya wê heye.

(bm)