Ji bîrek paşguhkirî veguherî jêdera ava vexwarinê

Stasyona El-Filêhiyê ava vexwarinê digihîne 15 gundên rojhilatê gundewarên navçeya Eyn Îsayê û ji sedî 25 pêwîstiya avê ya navçeyê peyda dike.

Ji bîrek paşguhkirî veguherî jêdera ava vexwarinê
Ji bîrek paşguhkirî veguherî jêdera ava vexwarinê
Ji bîrek paşguhkirî veguherî jêdera ava vexwarinê
Ji bîrek paşguhkirî veguherî jêdera ava vexwarinê
Ji bîrek paşguhkirî veguherî jêdera ava vexwarinê
Ji bîrek paşguhkirî veguherî jêdera ava vexwarinê
Ji bîrek paşguhkirî veguherî jêdera ava vexwarinê
Ji bîrek paşguhkirî veguherî jêdera ava vexwarinê
17 ÇILE, 2019   08:22

TIRKÎ EL-KALIT / GRÊ SPÎ

Stasyona Bîra El-Filêhiye di sala 2005'an de hate avakirin. Stasyon, ava vexwarinê digihîne şêniyên gundên derdorê.

Stasyon ji du bîrên ku kûrahiya wan digihîje 170 metreyan û di saetekê de 50 metrekabik avê diavêje.

Stasyon bi rêya jeneretorekê bi karîna 250 kW dixebite. Jeneretor rojane 5 saetan dixebite û 150 lître mazotê xerc dike.

Stasyon bi dûrahiya 7 km dikeve rojavayê Eyn Îsa. Avê digihîne 15 gundên gundewarên navçeyê (El-Filêhiyê, El-Nasriyê, Im El-Edem, Im El-Seharîc, Im Sîra, Siwêdan, Rexîs, Im El-Qewarî, Mirqeb El-Hisan, El-Diyade, El-Etşan, El-Midefa û kombûna gundên El-Horan). Her wiha avê bi rêjeya ji sedî 25 digihîne malên navçeyê jî.

Komîteya Avê ya girêdayî Şaredariya Gel a navçeya Eyn Îsayê piştî ku stasyon sererast kir, çavdêriya wê jî dike.

Girêdayî mijarê hevserokê komîteyê Farûq El-Mistefa destnîşan kir ku komîteyê ji salekê ve hemû pirsgirêkên stasyonê yên ku di encama wêrankirina çeteyên DAIŞ'ê de pêk hatibûn, sererast kirine. El-Mistefa diyar kir ku ji ber xebatên Meclisa Sivîl a Reqayê ên sererastkirinê pirên girêdayî qenaya avdanê ya El-Belîx, stasyona avê El-Zehîra rawestiye. Niha ew avê bi rêya stasyona El-Filêhiyê digihînin gundan û beşek ji navçeyê.

(şx/bm)

ANHA