Zivistana dijwar di dibistaneke bêserûber de derbas dikin

Malbata Ehmed El-Meran dijwariya jiyanê li gel sermaya zêde û tunebûna hîmên jiyanê yên sereke, li ber xwe dide. Malbat neçar maye di dibistanekê de nesererastkirî de bimîne. Tevî paşguhkirina rêxistinan a pêşkêşkirina alîkariyan û nexweşbûna kesê tekane yê ku debara malbatê peyda dike, azarên malbatê zêde bûne. 

Zivistana dijwar di dibistaneke bêserûber de derbas dikin
Zivistana dijwar di dibistaneke bêserûber de derbas dikin
Zivistana dijwar di dibistaneke bêserûber de derbas dikin
Zivistana dijwar di dibistaneke bêserûber de derbas dikin
17 ÇILE, 2019   08:04

TIRKÎ EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Malbata Ehmed El-Meran ji gundê El-Filêhiyê ye ku bi 7 km ji aliyê rojava ve dûrî navçeya Eyn Îsa ye. Ji ber tunebûna mala malbatê, ew neçar maye di dibistaneke nesererastkirî de ku pencere û derî lê tune ne, bimîne.

Ehmed El-Meran (55) bi nexweşiya taya Maltayê ketiye. Ji ber wê nikare bixebite û debara malbata xwe peyda bike. Ehmed tevî hevjîna xwe Sîham û her 5 zarokên xwe Meryem (10), Mişarî (9), Teysîr (8), Mehmûd (7) û Elî (5) di dibistanê de dimîne. 

Di hevpeyvîneke li gel ajansa me de hevjîna Ehmed, Sîham El-Esrî diyar kir ku hevserê wê berê şivan bû, ji ber wê her tim bar dikirin û li mala ku Ehmed jê re şivantî dikir, diman. Lê niha hevserê wê ji 5 salan ve bi nexweşiya taya Maltayê ketiye û nikare kar bike.

Sîham destnîşan kir ku ew çûn gel malbata xwe li gundê Ebû Kehef ê girêdayî navçeya El-Cirniyê, lê ji ber nebûna derfetên kar ew neçar dimînin ku vegerin gundê hevserê wê El-Filêhiyê. Li wir jî ji ber nebûna mal û ji ber ku birayê hevserê wê razî nabe ku ew li gel wan bimînin, neçar dimînin ku xwe pispêrin dibistanê.

Sîham da zanîn ku di dibistanê de pencere û derî tune ne û li benda alîkariyên cîranên xwe yên ji gundên derdorê dimînin.

Ji ber tunebûna pereyan pêwîstî ji bo kirîna bermîla mazotê  ku bi 11 hezar lîreyên Sûriyê hate belavkirin, malbat zivistana dijwar bê sobe derbas dike. Sîham bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariyan jê re pêşkêş bikin da ku astengiyên jiyanê derbas bikin.

(şx)

ANHA