Yekitiya Jinên Şehbayê dagirkeriya Tirkiyê şermezar kir

Yekitiya Jinên Şehbayê bi rasthatina salvegera êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li ser Efrînê daxuyaniyek da û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir.

Yekitiya Jinên Şehbayê dagirkeriya Tirkiyê şermezar kir
16 ÇILE, 2019   13:23

ŞEHBA

Yekitiya Jinên Şehbayê bi minasebeta salvegera dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê daxuyaniyek da û dagirkerî şermezar kir. Daxuyanî li pêşiya meclisa navçeya Ehresê hate dayîn.

Rêveberên meclis û komînên navçeyên kantona Şehbayê, nûnerên Koalîsyona Neteweyî ya Demokratîk a Şehbayê û gelek şêniyên ji pêkhateyên kantonê tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê Rîhab Cibo ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji destpêka sala 2016’an ve dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê êrîşî  herêmên Şehbayê dike. Tirkiye hewl dide bi rêya kiryarên xwe herêmên Şehbayê jî mîna Cereblus, Ezaz û Babê dagir bike. Li vir jî kiryarên derveyî mirovahayî ên wekî kuştin, revandin, talankirin û guhertina demografyaya herêmê pêk bîne.

Ne tenê wiha, êrîşî bajarê aştiyê Efrînê kir, Efrîn bûbû cihê ewle yê hemû pêkhateyên Sûriyê ku ji şer direviyan. Dagirkeriya Tirkiyê tenê di vê yekê de nema, her wiha dest bi gefên êrîşkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Armancên van gefan ji bo astengkirina pêşketinên QSD`ê ku çeteyên DAIŞ`ê tune dike û gelên herêmê li dijî hev rake. Di heman demê de projeya neteweya demokratîk ku ji ramanên rêberê gelan Abdullah Ocalan digire, asteng bike. Tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan, ji destpêka aloziya Sûriyê û destpêkirina şoreşa Bakurê Sûriyê ve xelekeke komployên li ser gelên Rojhilata Navîn giştî ye.

Dagirkirina Şehba û Efrînê û komkujiyên li ser gelan pêk anîn, berdewama komploya navneteweyî ya li ser projeya neteweya demokratîk e.

Em wek jinên kantona Şehbayê van gefan û kiryarên Tirkiyê şermezar dikin û ji civaka navneteweyî dixwazin zextê li Tirkiyê bikin ku rêber Ocalan û hemû girtiyên siyasî berde û ji Bakurê Sûriyê derkeve.”

(jo/bm)

ANHA