Meclisa Ewlehiyê çavdêran dişîne El-Hudeydayê

Meclisa Ewlehiyê îro deng da projeya biryara Brîtanyayê û pêşniyar kir ku 75 çavdêrên navneteweyî heta 6 mehan li bajarê El-Hudeyda belav bike da ku çavdêriya agirbestê bikin.

Meclisa Ewlehiyê çavdêran dişîne El-Hudeydayê
16 ÇILE, 2019   09:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Reutersê, dê Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li gorî saeta herêmî seat di 14:30’an de deng bide projeya biryara ku Brîtanyayê erê kiribû. Li gorî vê, dê 75 çavdêran bişînin bajarê El-Hudeyda ku hêzên Hûsiyan kontrol dikin û ev çavdêr dê 6 mehan çavdêriya agirbestê bikin.