Însyatîfa Yûnanistanê bang piştgiriya Efrînê kir

Însyatîfa Yûnanistanê banga piştgiriya Efrînê dike û dixwaze roja 20`ê çile bibe roja Efrînê ya cîhanî.

Însyatîfa Yûnanistanê bang piştgiriya Efrînê kir
15 ÇILE, 2019   22:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Însyatîfa Yûnanistanê ya ji bo Efrînê bi beşdarbûna kesayetên Yûnanistanê yên dostên kurdan, komeke ji Partiya Sîrza, endamên Meclisa Gelê Yûnanistanê Yorgo Beschoyos û Elaine Stamataki, endamê Komîteya Têkiliyên Partiya Sîrzayê Thancy Curtis, endama Komîteya Mafê Mirovan a Partiya Sîrzayê parêzer Corina Reposi, endamê Komîteya Mafê Mirovan û nûnerê Partiya Sîrzayê Nico Jeganas, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Şepêla Komunist a Nû Pavlos Andonopoulos, endamê Komîteya Piştgiriya Kurdistanê Yorgos and Tasioplus û endamên Însyatîfa Yûnanistanê û kurdên ku li Yûnanistê dijîn li qada Propyla ya li pêşiya Zanîngeha Athenayê kom bûn daxuyaniyek dan.

Daxuyanî ji hêla dengbêja Yûnanistanê Katia Yro ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin"20‘ê Çileya 2018‘an dewleta Tirk bi hevkariya terorîstên DAIŞ‘ê û rêxistinên mîna wê êrîşî Efrînê kirin. Di wê demê herêm di bin banê rêveberiya Bakurê Sûriyê-Rojava di nava aramî û aştiyê de bû, rexmê ku li Sûriyê dojeha şer rû dida. Efrîn heya dema destpêka vê êrîşê jî tevî kêmbûna hejmara niştecihanê wê di destpêkê de nîv mîlyon koçberên Sûriyê hembêz kir.

Di sala borî de her tişt hatin guhertin, piştî çembera du mehan ji aliyê Tirkiyiê û rêxistinên terorîst ên Îslamî ve Efrîn roja 18‘ê Adarê de hate dagirkirin, jiyan hate guhertin, beşek mezin ji sivîlan neçar man berî bidin herêma Şehbayê, li wir ji aliylê Yekîneyên Parastina Gel hatin rizgarkirin û hin pêwîstiyên wan hatin bi cihkirin. Ji bo kesên ku li Efrînê mane rewş xirab e,. Hêzên dagirker rojane terora xwe li hemberî gelê dimeşîne, xelkê direvînin û daxwaza fidiyê dike, jin û keçan direvînin û wekî amûra cinsî bi kar tînin (Mîna pîvana DAIŞ‘ê li hemberî jinan). Her wiha gelek kes di nav de zarok kuştin û li aliyekî din jî bi zanebûn demografiya herêmê diguhere kesên ji herêmên din li şûna niştecihên Efrînê bi cih dikin mîna rewşa Qubrusa dagirkirî. Dixwazin bi vê yekê nasnameya bajêr a kurdiyatî biguhere.

Îro, piştî derbasbûna nêzî salekî, Efrîn hê di bin dagirkeriya leşkerên Tirk de ye, terorîst hîna di bajêr de ne, gelê herêmê tên êşkencekirin, hawirdor tê xirabkirin, dibistan girtî ne, yên vekirî jî zarokan neçar dikin fêrî zimanê Tirkî bibin, nav hatin guhertin û avîşeyên kolanan bûne bi zimanê Tirkî, her tiştek girêdayî Kurd tê hedefgirtin. Lê li hemberî  vê yekê civaka navdewletî, hikûmet, rêxistinên navdewletî û Neteweyên Yekbûyî bêdeng e.

Li herêma Şehbayê derdora 200 hezar koçberên Efrînê di rewşeke zehmet de dijîn, her roj li benda vegera li warê xwe ne. Hikûmeta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo mîsogeriya jiyana wan kesan kedê dide, lê astengiyan jî dikişîne.

Li ser vê yekê em bang li gel, hikûmet û rêxistinên mirovî dikin ku rewşa gelê Efrînê li ber çavan derbas bikin û erka xwe ya li hemberî wan pêk bînin, her wiha zextê li Tirkiyê bike bila davilî ji Efrînê vekişe. Em bang li kesên azadîxwaz,demokrasîxwaz ku bi biratiya gelan bawer in dikin ku li kêleka Efrînê bisekinin.

Em 20‘ê Çileyê roja êrîşên li ser Efrînê bikin roja cîhanî ya piştgiya Efrînê. Li ser vê yekê em bang dikin ku roja 20‘ê Çileya 2019‘an saet 17:00 kom bibin."