Çalakgerên mertalên zindî: Em gav paşde navêjin

Çalakiya roja 28‘an a mertalên zindî ya li ser sînorê di navbera Serêkaniyê û Bakurê Kurdistanê ve ji aliyê şêniyên herêma Dêrikê ve hate dewr girtin.

Çalakgerên mertalên zindî: Em gav paşde navêjin
Çalakgerên mertalên zindî: Em gav paşde navêjin
Çalakgerên mertalên zindî: Em gav paşde navêjin
Çalakgerên mertalên zindî: Em gav paşde navêjin
Çalakgerên mertalên zindî: Em gav paşde navêjin
15 ÇILE, 2019   17:31

HESEKÊ

Çalakiya meralên zindî ya bi armanca şeremzarkirina gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser sînorê di navbera Serêkaniyê û Bakurê Kurdistanê de di roja 28‘an de didome.

Bi sedan şêniyên navçeya Dêrikê û gundewarên wê û bi dehan endamên Kongreya Star û mamosteyên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ên Serêkaniyê beşdar çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de Hevseroka Meclîsa navçeya Dêrikê ya Kantona Qamişlo Dîlber Elî, Rêvebera şaredariyên gundewarên Serêkaniyê Fatima Berho û bi navê Kongreya Star û endama Komîteya Lihevanînê ya Meclîsa navçeya Girkê Legê Esma Mûrad axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hate teqezkirin ku çalakiya konê mertala zindî li dijî gefên Tirkiyê ye û hate gotin ku ew her çendî gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam bin ew tu carî gav paşde navêjin.

Kesên axivîne gotin "Em xwediyê vê axê ne, me bi xwîna şehîdan ev ax rizgar kiriye, berdêl çi dibe bila bibe em dev ji axa bernadin û dê çalakiyên me jî berdewam bin."

Kesên axivîne banga piştgiriya hêzên ku herêmên diparêzin û mezinkirina têkoşînê ji bo valaderxistina komployên li dijî dagirkeriya Tirkiyê û rakirina tecrîdê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin.

Çalakiya roja 29‘an bi dirûşmeyên şermezarkirina gefên Tirkiyê bi dawî bû.

ANHA