Malbatên şehîdên Dêrazorê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan

Bi sedan malbatên şehîdên Dêrazorê li dijî gefên dagirkeriya Tirkiyê meşiyan.

Malbatên şehîdên Dêrazorê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
Malbatên şehîdên Dêrazorê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
Malbatên şehîdên Dêrazorê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
Malbatên şehîdên Dêrazorê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
Malbatên şehîdên Dêrazorê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
Malbatên şehîdên Dêrazorê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
15 ÇILE, 2019   17:05

DÊRAZORÊ

Bi sedan malbatên şehîdên Dêrazorê ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xistin.

Malbatên şehîdan ku wêneyên zarên xwe yên şehîd, alên QSD û Meclisa Malbatên Şehîdan hilda bûn ji pêşiya têkerina bajarokê El-Kesra ji aliyê rojava ve dest bi meşê kirin û di wê navberê de dirûşmeuyên şermezarkirina dewleta Tirk berz dikirin.

Meş li ber çarxeriya El-Muntesaf a bajarokê El-Kesra rawestiya û veguherî mitîngê. Di mitîngê de gelek axaftin hatin kirin. Ji fermandarên QSD'ê Goran axivî û got: "Ji bo vî gelî û vê axê me bi hezaran şehîd dan. Bi saya xwîna wan şehîdan herêmên me ji çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin rizgarkirin."

Bi navê Meclisa Zagonsaz endama meclisê Raniya Hibo axivî û mudexeleyên Tirkiyê li herêmê şermezar kirin. Raniya destnîşan kir ku Tirkiyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve hewl dide tevlheviyê di navbera şêniyan de derbixe û wiha domana: "Ji ber ku em gelek berxwedêr in me palnên Tirkiyê têk birin. Niha Tirkiyê hewl dide serfiraziya Osmaniyan vegerîne herêmê. Em dagirkeriyê qebûl nakin û em nahêlin ku carek din komkujiyan pêk bîne."

Paşê Hiyam Mehmûd bi navê Koordînasyona Jin a herêma El-Kesra û Betûl Yûsif bi navê Mala Jin a El-Kesra axivîn û hevgirtin, hevkarî û yekrêziya şêniyan di sekinandina li hember êrîşan de destnîşan kirin.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û şermezarkirina dagirkeriya Tirk bi dawî bû.

(şx)

ANHA