Kongreya Star 14’emîn salvegera xwe pîroz dike

Kongreya Star di 14’emîn salvegera damezirandina xwe de li Kobanê civîna xwe ya salane li dar xist. Piştî civînê şahiyek pêk hat.

Kongreya Star 14’emîn salvegera xwe pîroz dike
Kongreya Star 14’emîn salvegera xwe pîroz dike
Kongreya Star 14’emîn salvegera xwe pîroz dike
Kongreya Star 14’emîn salvegera xwe pîroz dike
15 ÇILE, 2019   13:35

KOBANÊ

Kongreya Star a bajarê Kobanê civîna xwe ya salane li dar xist û şahiyek bi boneya 14’emîn salvegera damezirandina xwe li dar xist. Civîn û şahî li Hola Firat a bajarê Kobanê pêk hat.

Bi sedan jinên bajarê Kobanê bi cil û bergên xwe yên folklorîk tev li civînê bûn. Her wiha rêveber, endamên Kongreya Star, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên saziyên sivîl ên navçeyên Eyn Îsa û Sirînê amade bûn.

Civîn bi xwendina rapora salane ji aliyê endama Koordînasyona Kongreya Star a bajarê Kobanê Zehra Berkel dest pê kir. Di raporê de karê kongreyê yê salekê, kar û xebata ku kongreyê kiriye, hat xwendin.

Piştî xwendina raporê, li ser raporê nirxandin hatin kirin.

Piştî civînê şahiyek bi boneya salvegera kongreyê hate lidarxistin.

(jo/bm)

ANHA