Aldar Xelîl: Em qebûl nakin “herêma bi ewle” di bin serweriya Tirkiyê de çêbibe- Hate Nûkirin

Aldar Xelîl got: Herêma bi ewle li Bakurê Sûriyê girêdayî pêşketinên li herêmê rû didin, destpêkê divê em nas bikin kî xeter e û kî parastinê dike. Heger herêma bi ewle ji bo parastina ewlehiya Bakurê Sûriyê be wê demê em dikarin bêjin ev siyaset dirust e, lê dema berevajî vê yekê be wê demê nîqaş cûda ye.

Aldar Xelîl: Em qebûl nakin “herêma bi ewle” di bin serweriya Tirkiyê de çêbibe- Hate Nûkirin
15 ÇILE, 2019   13:24

QAMIŞLO

Berpirsê Têkiliyên Derve yê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl der barê avakirina “herêmeke bi ewle” de ku ji aliyê serokê Amerîkayê Donald Turmp ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye pêşkêşkirin, ji ajansa me ANHA`yê re axivî.

Aldar Xelîl diyar kir ku daxuyniyên dewleta Tirk ku dê sponseriya herêmên bi ewle li Bakurê Sûriyê bike tê wateya ku wê herêm ne bi ewle be û wiha domand: "Heger herêm bi sponseriya Tirkiyê çêbibe wê demê wê gelek xeterî li ser herêmê hebin, ji ber ku Erdogan gefên dagirkirinê li tevahî Sûriyê dixwe. Lew re herêma bi ewle ku ji aliyê Tirkiyê ve were avakirin dê dijî aliyên ku parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin be."

Xelîl destnîşan kir ku ji destpêka şoreşa Sûriyê ve, ew ji bo damezirandina pergaleke demokratîk û çareserkirina aloziya Sûriyê dixebitin û bi parçebûna xaka Sûriyê nefikirîne û wiha got "Gelek caran me hewl dida bi rêya Neteweyên Yekbûyî û civînên dîtir aloziya Sûriyê bi diyalogên Sûrî-Sûrî çareser bikin."

Aldar Xelîl teqez kir ku herêm wê ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di heman demê li ser tevahî herêmê xeter be û got "Herêm derbasî pêvajoyeke nû dibe, lew re divê her kes ji bo çareseriya Sûrî-Sûrî bixebite. Heger aliyên Sûriyê gihaştin çareseriyê wê demê ti hincetên dewleta Tirk û aliyên dîtir di destwerdana Sûriyê de namîne."

Aldar her destnîşan kir avakirina herêma bi ewle bi sponseriya navdewletî û sekinandina bi cidiyet li hemberî gefên Tirkiyê dê diyalogan di navbera Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêjîma Sûriyê de hêsan bike, wê demê gelê Sûriyê dikare bighêje çareseriyê.

Ji bo daxuyaniyê Tirkiyê yên derbarê herêma bi ewle deXelîl ev tişt anî ziman "Tirkiyê hewl dide mîsaqa Millî pêk bîne, ku Heleb heya Mûsil û Kerkûkê tev li xaka Tirkiyê bike. Tirkiyê Idlib û Efrîn dagir kir, niha jî hewl dide Minbic û Bakurê Sûriyê dagir bike da ku Sûriyê parçe bike."

Aldar Xelîl di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku Erdogan wekî ku êrîşî Efrînê kir nikare êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, ji ber vê yekê hewl dide bi mijara herêmên bi ewle ku qala wê dike Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike.

Berpirsê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl  teqez kir ku ew tu carî avakirina herêmeke  bi ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê din bin serweriya dewleta Tirk de qebûl nakin û got "Me ji Amerîkayê xwest ku mijara herêma bi ewle zelal bike, heger Amerîka got wê herêmê bi Tirkiyê de were avakirin em vê yekê qebûl nakin, em dikarin herêma bi ewle bi sopnseriya Neteweyên Yekûyî û Koalîsyona Navdewletî qebûl bikin, Tirkiyê li ser herêmê xeteriyek, nabe herêm bikeve bin serweriya Tirkiyê."

Perpirsê Têkiliyên Derve yê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me bi hezaran şehîd dane, divê em parastina xwe ya xweser xurt bikin, em ne li dijî têkiliyên navdewletî ne, lê divê em nas bikin ku şoreş hêz û îradeya me ye, em herêmê bernadin û di rêveberiyê de şirîk in, lihevkirin û helwestin me li gorî berjewendiyên gelê me ye, ne tenê gelê Rojava, lê belê tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye."

ANHA