Şaredariya Eyn Îsayê parkan sererast dike

Şaredariya Gel a Eyn Îsayê 4 parkên navçeyê ji nû ve sererast dike, lêçûna van parkan dê bigihîje 16 hezar dolar.

Şaredariya Eyn Îsayê parkan sererast dike
Şaredariya Eyn Îsayê parkan sererast dike
Şaredariya Eyn Îsayê parkan sererast dike
Şaredariya Eyn Îsayê parkan sererast dike
Şaredariya Eyn Îsayê parkan sererast dike
Şaredariya Eyn Îsayê parkan sererast dike
15 ÇILE, 2019   13:52

GIRÊ SPÎ

Komîteya Xizmetguzariyê ji rêxistinên alîkariyê re ji bo sererastkirina 4 parkên bi navên şehîdan Îsmayîl El-Hemed, Umer bin El-Xetab, Taxa Rojava û parka Kaniyê hevkarî kir. Berî demekê komîteyê tevî derfetên kêm jî park ji keviran paqij kir, dîwar sererast kirin û boyax kirin.

Tê payîn ku sererastkirin 20 rojan bidome. Her wiha li parkê darên wekî sewlî (sero), şemsî (sîwan) û efes el-şerqî tên çandin, kursî û pêlîstokên zarokan jî lê tên danîn.

Lêçûna projeya sererastkirina parkan ji hêla rêxistinên alîkariyê Afaq Cedîde, IRC û Bilomend ve digihîje 16 hezar dolaran.

Hevserokê Komîteya Xizmetguzariyê ya navçeya Eyn Îsa, Nûr Emîn diyar kir ku ew van 4 parkan sererast dikin da ku bibe xweşikbûn û bêhnvedanek baş ji bo şêniyên navçeyê. Nûr Emîn wiha got: “Pêlîstokên zarokan dê wan ji qezayên li kolanan biparêzin.”

Zarokan spasiya Şaredariya Gel a navçeyê kir ji bo danîna lîstokan li parkê ya ku di demên vala de ji wan re dibe xemrevîn.

Navçeya Eyn Îsa ji herêmên çolistanê û bê şînkahî tê hesibandin, lewre ev projeya şaredariyê dê bibe xeml û xweşikbûna navçeyê.

(ekîb)

ANHA