‘Gelo min û pezê xwe xeterî li ser ewlehiya Tirkiyê çêdikir?’

Şêniyê bi navê Dawûd Mihemed ê ku ji navçeya Amûdê ye, dema nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê pezê xwe diçêrand ji aliyê artêşa dagirker ve hat gulebarankirin û birîndar bû. Dawûd got: “Gelo min û pezê xwe xeterî li ser ewlehiya Tirkiyê çêdikir?”

 ‘Gelo min û pezê xwe xeterî li ser ewlehiya Tirkiyê çêdikir?’
15 ÇILE, 2019   13:13

EHMED SEMÎR / MÛRADA KENDA / QAMIŞLO

Şêniyê bi navê Dawûd Mihemed (51), doh li navçeya Amûdê ya girêdayî Qamişlo, dema ku pezê xwe di navbera sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê de diçêrand, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hat gulebarankirin. Dawûd di encama gulebaranê de ji lingê xwe yê çepê birîndar bû.

Dawûd Mihemed di derbarê gulebarana artêşa Tirk de ji ajansa me ANHA’yê re axivî.

Mihemed got ku dema ew di nava zeviyên bakurê Amûdê de li ber pezê xwe bû, 400 metre dûrî dîwarê ku dagirkeran li ser sinor lêkirine bû û wiha got: “Ji nişka ve leşkerên Tirk gule reşandin. Guleyek li lingê min ket û ez birîndar bûm.”

Dawûd wiha pê de çû: “Dema ku min dît xwîn ji lingê min tê min xwe li erdê dirêj kir ji bo ku ez xwe ji guleyên wan biparêzim. Ji ber bi awayekî yekser gule li min direşandin. Piştî wê şêniyan ez rakirim nexweşxaneyê."

Mihemed kiryar û binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên ser sînor şermezar kir û wiha axivî: “Armanca dewleta Tirk a dagirker ji van kiryaran ew e ku şêniyan neçar bike da ku ji xaka xwe derkevin. Lê ev xaka pîr û kalên me ne. Ev ax bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin. Em tu carî dest jê bernadin.”

Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Serokkomarê Tirkiyê Erdogan gefan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Ew îdea dikin ku ew ê parastina gelê Kurd bike. Gelo dema ez li ber pezê xwe bûm, min xeterî li ser ewlehiya Tirkiyê çêdikir heta ku gule li min reşandin? Em hemû dizanin ku armanca Tirkiyê ew e ku gelê me qir bike."

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di nava zeviyên xwe yên li ser sînor dixebitin, dike hedef û guleyan li wan direşîne. Di salên dawî de û bi sedan kes di encama gulebaran Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane, yan  jî birîndar bûne.

(bx/bm)

ANHA