Tirkiye zeytûnên Efrînê difiroşe dewletên Ewropayê

Endamê parlamentoya Swîsreyê Bernard Gul di parlamentoyê de diyar kir ku hikumeta AKP`ê zeytûnên li Efrînê didize, difiroşe dewletên Yekitiya Ewropayê.

Tirkiye zeytûnên Efrînê difiroşe dewletên Ewropayê
15 ÇILE, 2019   12:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Parlementerê Partiya Demokrat Siwêsera Bernard Gul got ku zeytûnên li Efrînê ji aliyê hêzên dagirkeriya Tirkiyê û komên çete yên girêdayî wê tên talankirin û zeyta hatiye dizîn, li Spanyayê tê firotin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji Adara 2018`an ve dewleta Tirk a dagirker li Efrînê rojane zeytûnên sivîlan didize.