Çalakiya li Tebqayê didome

Şandeyek ji şêniyên bajarokê El-Mensûra serdana konê çalakiyê yê li Tebqayê kir ku ji aliyê Rêveberiya Jinan ve bi hevkariya Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê hatiye vedan. 

Çalakiya li Tebqayê didome
Çalakiya li Tebqayê didome
Çalakiya li Tebqayê didome
Çalakiya li Tebqayê didome
15 ÇILE, 2019   12:34

TEBQA

Rêveberiya Jinan bi hevkariya Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li qada Miraab a Tebqayê konê çalakiyê veda.

Şandeyek mezin ji şêniyên Tebqa, endamên Mala Gel a bajarokê El-Mensûra serdana konê çalakiyê kir. Di bin konê çalakiyê de dirûşmeyên silavkirina şoreşa jinan û silavkirina berxwedana QSD`ê hatin berzkirin.

Paşê belgefîlmek li ser rola jinan hate pêşandan. Her wiha hevseroka Mala Gel a El-Mensûra Delal Îbo axivî û diyar kir ku ew bi berxwedana jinên ku tev li çalakiyê bûne, serbilind in.

Delal teqez kir ku hemû pêkhateyên herêmê bi şoreşa jinan ve girêdayî ne û ew ê heta dawiyê bi şervanên QSD`ê re li dijî hemû êrîşên ku dixwazin tevliheviyê di navbera gelên herêmê de derxin, bisekinin.

Tê payîn ku çalakî sibê bi dawî bibe.

(bx/bm)

ANHA