Serdanên di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de sekinîn

Gerînendetiya Vîzeyan ragihand ku serdanên di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ji ber sererastkirina pira li ser deriyê sînor hate girtin.

Serdanên di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de sekinîn
15 ÇILE, 2019   11:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendetiya Vîzeyan a girêdayî Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê îro li ser malpera xwe ya fermî agahdariyek belav kir û ragihand ku serdanên di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de hatine sekinandin. Hate diyarkirin ku dê derî ji bo sererastkirina pira di navbera her du aliyan de hatiye girtin û ev girtin demkî ye. Gerînendetiyê diyar kir ku di haletên nexweşî û zewacê de dikarin ji bo derbasbûnê serdanê bikin.

Rêveberiya Vîzeyan got deriyê tomarkirinê hîna li pêşiya her kesî vekirî ye.

ANHA